‘Greva birçîbûnê peyamek e ji dînamîkên civakî re' 2023-12-03 09:04:04   AMED - Rêveberê MED TUHAD-FED'ê Parêzer Firat Taşkin diyar kir ku greva birçîbûnê ya ku li dijî tecrîda li Îmraliyê di roja 7'emîn de li girtîgehan didome, peyamek e ji bo dînamîkên civakî û bang li raya giştî kir ku bibe dengê girtiyan.    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên di heman girtîgehê de 33 meh in tu agahî nayê girtin. Tecrîda ku bi redkirina serlêdanên malbat û parêzeran kûrtir bûye, niha veguheriye awayê agahînewergirtinç Li hemberî agahînegirtina ji Abdullah Ocalan, di 10’ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi awayekî hevwext kampanya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hat destpêkirin. Di çarçoveya pêngava li dijî tecrîda li Îmraliyê de bi hezaran girtî di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirin.    Parêzer Firat Taşkin   Rêveberê Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya MED'ê (MED TÛHAD-FED) parêzer Firat Taşkin têkildarî mijarê axivî.    CEZAYÊ HUCREYÊ    Taşkin diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê li Abdullah Ocalan cezayê hucreyê yê di nava hucreyê de hatiye birîn û got ku tecrîda girankirî li civakê belav bûye û herî zêde bandorlê li girtîgehan dike. Taşkin bal kişand ser berpirsyariya Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û saziyên navneteweyî û got: "Di salên 1990'î û destpêka salên 2000'î de li girtîgehên tîpa E û F'yê pergala hucreyê hat bicihkirin. CPT têkildarî vê pergalê daxuyanî dide, lê heya niha ji bo Girtîgeha Îmraliyê ku tecrîdeke giran lê heye tu daxuyanî nedane. Raporên wê yên der barê serdanên wê de bi raya giştî re nayên parvekirin."   Taşkin diyar kir ku di encama pergala tecrîdê de girtî ji gelek mafan bêpar mane û destnîşan kir ku tecrîda ku bi "Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê" (TMK) dest pê kir û bi girtîgehên Tîpa F û E dewam kir, îro jî bi girtîgehên tîpa S û Y'yê tê domandin.    ‘DIVÊ RAYA GIŞTÎ BIBE DENGÊ GIRTIYAN   Taşkin bal kişand ser greva birçîbûnê ya dorveger ku girtiyan di 27'ê Mijdarê de li dijî tecrîdê dan destpêkirin û got: "Rastiya ku girtî li dijî bêhiqûqiya herî mezin a li Tirkiyeyê dengê xwe bilind dikin, ji hemû dînamîkên civakê re peyamek e. Bandora vê neçareseriyê ya li civakê ji hemû pirsgirêkan ya herî sereke ye." Taşkin destnîşan kir ku greva birçîbûnê ya girtiyan di vê qonaxê de bi armanca hişyarkirinê ye û got ku berdewamkirina vê pêvajoyê dê bibe sedema encamên ku bêveger. Taşkin wiha domand: "Em dixwazin bêhiqûqiya herî mezin a li Tirkiyeyê di zûtirîn demê de bi dawî bibe û bê çareserkirin. Erka raya giştî jî ew e ku hayjêhebûna ku girtî dixwazin biafirînin, bînin ziman. Pêwîst e hemû daxwazên rewa yên girtiyan bên vegotin."   Taşkin anî ziman ku hikûmeta ku nikare destûra bingehîn a heyî jî pêk bîne, dê nikaribe bi destûra bingehîn a nû vê pirsgirêkê çareser bike û got ku çareseriya hemû pirsgirêkan girêdayî bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye.    MA / Mujdat Can