ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2023'YAN 2023-12-03 09:00:50   * Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê diyar kirin ku ew bi gelek pirsgirêkên wekî debarê, wargeh, xwarin û çûnhatinê re rû bi rû ne û gotin: "Gava em çayekê vedixwin em xwe bisiûd hîs dikin."    * Danişîna edîtorên MA'yê Dîcle Mûftûoglû, Abdurrahman Gok û Sedat Yilmaz ku zêdeyî 7 meh in girtî ne, dê di rojên pêş de li pey hev bên lidarxistin. Endama Desteya Rêveber a MKG'ê Arjîn Dîlek Oncel û Sekretera DFG'ê Gulşen Koçûkê ji bo parastina rojnamegeriyê bang li hemû hevpîşeyên xwe kirin.   * Rêveberê MED TUHAD-FED'ê Parêzer Firat Taşkin diyar kir ku greva birçîbûnê ya ku li dijî tecrîda li Îmraliyê di roja 7'emîn de li girtîgehan didome, peyamek e ji bo dînamîkên civakî û bang li raya giştî kir ku bibe dengê girtiyan.    * Hat diyarkirin ku qeyûmê Mêrdînê ku şaredariyê di nava deynan de hiştiye, gava hewl daye ku boriyên şebekeyê yên berê yên di bin erdê de ku bihayê wan milyonan lîre ye, derxe. Kesekî pisporê îhaleyê ku bi vê bûyera bi nelirê hesiyaye jî, peywira wî hatiye guherandin.    * Şaxa OHD’a Rihayê dê li avahiya komeleyê têkildarî greva birçîbûnê ya dorveger ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” de hatiye destpêkirin daxuyaniyê bide. (11.00)   * Rêxistina HEDEP’ê ya Mêrdînê dê li Eywana Konferansan a Hotêla Yay Grandê 3’yemîn Kongreya Awarte li dar bixe. (11.00)   * Rojnameya Yenî Yaşamê, MKG û DFG dê bi boneya salvegera bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê di 3’yê kanûna 1994’an de, li pêşiya avahiya rojnameyê ya berê daxuyaniyê bide. (11.00) ZINDÎ   * MYK’a HEDEP’ê dê li Navenda Giştî ya HDP’ê bicive. Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari dê têkildarî rojevên heyî biaxive. (10.00-11.00)  ZINDÎ   * Rêxistina HEDEP’a Wêranşarê dê li avahiya partiyê 1’emîn Kongreya Asayî li dar bixe. (12.00)   * OHD, ÎHD û Baroya Rihayê dê starta çalakiyên 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê li avahiya baroyê bi çalakiyekê bidin destpêkirin. (12.00-15.00)   * Amedspor dê li sehaya xwe bi Kastamonusporu re bilîze. (14.00)   * Komeleya Lêkolînên Kurd dê 4’emîn Kongreya Asayî li avahiya xwe li dar bixe. (14.00)