Qeyûm 20 milyon TL lê xerc kir, paşê bêheq dewr kir 2023-12-02 09:17:43   AMED - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Qada Pîknîkê ya Devegeçîdiyê ku 2 sal berê bi 20 milyon TL'yî ew nû kiribû, bêheq dewrî Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr kir.   Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, beriya hilbijartina xwecihî ya 2024'an bênavber mal û milkên şaredariyê difiroşe û dewrî saziyên fermî dike. Meclisa şaredariyê ya ku qeyûm ew ji karmendan pêk aniye, di 13'ê Mijdarê de civiya û çend biryar girtin. Di nava van biryaran de veguheztina Qada Pîknîkê ya Devegeçîdiyê jî heye ku li ser pêşniyaza Daîreya Pêşvebirina Çavkaniyan û Têkiliyan hat nîqaşkirin.   Bi biryara hat girtin re Qada Pîknîkê ya Devegeçîdiyê ku aîdî şaredariyab bajarê mezin e û di nava sînorên navçeya Peyasê de ye, bi her awayî bêheq dewrî Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr hat kirin.   19 MILYON Û 836 HEZAR TL HATIBÛ XERCKIRIN   Qada Pîknîkê ku qeyûm bêheq ew dewr kir, di sala 2021'ê de bi 20 milyon TL'yî hatibû nûkirin. Şîrketa MADE'yê di 12'ê Tebaxa 2021'ê de bi 19 milyon û 836 hezar û 724 TL'yî îhaleya nûkirina qada pîknîkê wergirtibû.    MA / Mujdat Can