ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2023'YAN 2023-12-02 09:00:12     * Hevdîroketorê MLSA'yê Veysel Ok banga ji bo danişîna doza rojnamegerên kurd kir û got: “Danişînên rojnamevanên herî girîng ên Tirkiyeyê Sedat Yilmaz, Dîcle Mûftûoglû û Abdurrahman Gok hene. Divê xwedî li van danişînan bê derketin. Divê em ji bîr nekin ku xala sereke ya ku divê bê parastin rojnameger in."   * Parêzer Îshak Demîrel diyar kir ku polîsê ku ciwanê kurd Erhan Eser qetil kir, ji ber "taximê cilan" li xwe kiriye cezayê heq kiriye lê nehatiye birîn û got ku polîtîkayên bêcezakirinê didomin.   * Qeyûmê ku Şaredariya Êlihê di nava deynan de hiştiye, di nava 2 salan de 3 îhaleyên cuda yên bi bihayê 34 milyon û 340 hezar TL'yî dane şîrketa bi navê BTM Gurmeyê.   * Welatiyên li Wanê ku piştgirî dan çalakiya girtiyan a bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’, diyar kirin ku daxwazên girtiyan daxwazên wan in.   * Nûnerên partiyên siyasî yên li Îzmîrê, ji bo çalakgerên grevên birçîbûnê yên ku bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ 6 roj in di grevê de ne, banga ‘bibin dengê wan’ kirin.   * Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Qada Pîknîkê ya Devegeçîdiyê ku 2 sal berê bi 20 milyon TL'yî ew nû kiribû, bêheq dewrî Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr kir.   * Piştî bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê rojname bi manşeta “Ev agir dê we jî bişewitîne!” derketibû. Huseyîn Aykol anî ziman ku pêkan e ku ev manşet îro bi sernavê "Ev agir sînor jî derbas kirin" bê dayîn û got ku Çapemeniya Azad li gel hemû zext û êrişan jî bûye hêzeke cîhanê.   * Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban destnîşan kir ku heke tecrîda li Îmraliyê berdewam bike, dibe ku gengeşîyên civakî rû bidin û got: “Bi qasî Ocalan di din tecrîdê de be dê avakirina aştiya cavakî pêkan nebe.   * Asiye Elçîçek a ku piştî 5 salan cenazeyê keça xwe di kartonê de wergirt bi lêv kir ku dewlet bi vê rêbazê dixwaze bi wan bi paş ve gavê bide avêtin û wiha got: “Heta ku em hene em ê pey doza xwe bin. Ew çi bikin dê nekarin me. Yê ku bitirsin ew in. Ew çi bikin ji tirsa xwe dikin.”    * TUAY-DER, têkildarî biryara ATK’ê ya “dikare di girtîgehê de bimîne” ku ji bo Makbûle Ozer a 81 salî da dê li avahiya komeleya xwe daxuyaniyê bide. (11.00)   * Çalakiya dest ji kar berdanê ya karkerên Ozak Tekstîlê dê di roja 6’emîn de berdewam bike. (12.00)   * Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya 975’emîn ku bi daxwaza faîl bên darizandin û aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin her hefte li dar dixin, dê li Qada Galatasarayê pêk bînin. (12.00)   * Çalakiya ÎHD’ê û malbatên windakiriyan a “bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” dê li Amed û Êlihê berdewam bike. (12.00)   * Li Stenbol, Îzmîr û Enqere têkildarî pirsgirêkên ku girtiyên nexweş dijîn dê daxuyanî bê dayîn. (12.00-13.00)   * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Enqereyê, têkildarî biryara ji peywîrê girtina endamên Konseya Navendî ya TTB’ê dê li odeya bijîşkan daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)    * KESK dê têkildarî budçeya 2024’an li Qada Kartal a Stenbolê û Qada Îstasyonê ya Amedê mitîngê li dar bixe. (13.00-14.00) ZINDÎ