Turkdogan: Bedelê neçareserkirina pirsgirêka kurd 4 trîlyon dolar e 2023-12-01 15:55:04   ENQERE - Parêzerê Doza Kobanê Ozturk Turkdogan diyar kir ku bedelê 40 salên neçareserkirina pirsgirêka kurd 4 trîlyon dolar e û wiha got: “Hêj nêzîkatiyên îdelojîk ên kevin hene. Divê dest ji van bê berdan û spasiya van mirovên li vir tên darizandin bê kirin.”   Rûniştina pêncemîn a danişîna 43’yan a Doza Kobanê ku 18 jê girtî bi giştî 108 kes tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir. Rûniştina danişînê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê lidarxistin.   Piştî tespîtkirina nasnameyan danişîn bi parastina parêzerê siyasetmedarê kurd Nazmî Gur, Ozturk Turkdogan berdewam kir. Turkdogan, diyar kir ku biryara qebûlkirina îdianameyê li dijî hiqûqê ye û wiha got: “Îdianameyeke ji 3 hezar û 530 rûpelan pêk tê heye. Rûpelek herî zêde di 3 deqîqeyan de tê xwendin. Divê nêzî 8 rojan bê xwendin. Bi hesabeke hesan derdikeve holê ku dadgehê bêyî îdianameyê bixwîne û lêkolîn bike qebûl kiriye. Divê dadgeh di serî de îade kiribûya. Ji ber ku ne ye guncav e. Ne pêkane ku bi vê dosyayê ve eleqedar bibin. Em nikarin bi sedan rupelan bixwînin.”   ‘JI BO BAŞIYA BERSÛCAN DELÎLEK NÎNE’    Turkdogan, bal kişand ku li gorî fiqreya 5’emîn a xala 170 ya Qanûna Muhakemeya Ceza (CMK) divê xisûsên ji bo başiya bersûc bên nîşandan lê tu xisûsên ji bo başiya bersûcan neketine dosyayê û wiha berdewam kir: “Yekane tişta ji bo başiya bersûcan parastina wan e. Di vê dosyayê de 2 hezar û 676 kes bûn muştekî. Derbarê muwekîlan de heta niha kesê gilî nekiriye lê mekanizmaya wergirtina giliyan hêj nehatiye şixulandin. Ev tenê jî têra dike ku îdianame were îadekirin.”   ‘SIYASET TÊ TASFIYEKIRIN’    Turkdogan, hevdîtinên rayedarên dewletê û şandeya HDP’ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re kirin bi bîr xist û wiha got: “Pêvajoya çareseriyê pêvajoya tundî û çekan ji holê rakirinê û gotin, fikir û siyasetê têxin dewrê bû. Niha jî siyaset tê tasfiyekirin. 6551 qanûn hatine guhertin lê niha hin kesên di nava dewletê de dixwazin siyasetê tasfiye bikin.”   FATOREYA NEÇARESERKIRINÊ 4 TRÎLYON DOLAR E   Turkdogan destnîşan kir ku neçareseriya pirsgirêka kurd ji bo Tirkiyeyê rê li ber gelek zerarên mezin vekiriye û wiha dewam kir: “Ev welat xwedî cudahiyan e û divê hurmet ji van cudahiyan re bê nîşandan. Li vî welatî em hîn jî perwerdeya kurdan a bi zimanê dayikê weke ‘dabeşkirinê’ dinirxînin. Hêj welatekî 90 milyon nifûsa wî heye ji Enqereyê tê birêvebirin. Hêj nêzîkatiyên îdelojîk ên kevin hene. Divê dest ji van bê berdan û spasiya van mirovên li vir tên darizandin bê kirin, neavêjin hefsê.”   Piştî parastina Turkdogan navber dan danişînê.