Bi rapora ATK’ê Ozer a 81 salî dê dîsa bikeve girtîgehê 2023-11-30 16:44:17   WAN - Makbûle Ozer a li navçeya Artemêta Wanê, bi îdiaya “alikariya rêxistinê” kiriye sala par hate girtin û piştî cezayê wê salekê hate taloqkirin, hate berdan. Ozer a 81 salî, ji ber rapora ATK’ê ya “Dikare di girtîgehê de bimîne” dê dîsa têkeve girtîgehê.   Makbûle Ozer a li navçeya Artemêta Wanê, bi îdiaya “alikariya rêxistinê” kiriye û 2 sal û mehek cezayê hevsê lê hate birîn. Ozer di 9’ê gulana 2022’yan de hatibû girtin û piştî cezayê wê salekê hate taloqkirin di 7’ê îlona 2022’yan de hate berdan. Makbûle Ozer a 81 salî, ji ber rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya “Dikara di girtîgehê de bimîne” dê dîsa bikeve girtîgehê.    ATK: DIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE   ATK’ê di 11’ê mijdarê de ji dadgehê re nivîsek şand û diyar kir ku şert û mercên Ozerê ji bo mayîna di girtîgeha rehabîlîte dike de guncav e. Herwiha ATK’ê diyar kir ku ew ê piştî 3 mehan daneyên tenduristiya Ozerê dîsa ji berçav derbas bikin û dê biryarekê bidin.    ATK’ê biryara xwe bi tevahiya dengan da û di beşa dawiyê de bi nîşeyekê diyar kir Ozer li ser kursiya biteker hatiye mûayenê, pê re nexweşiyên bêhntengî, bêhnçikîn, di kebok, pê, û çokên wê de astengiya tevgerê heye û çavên wê jî baş nabînin.    Malbata Ozer, îro bi dozgeriyê re hevdîtin pêk anî û dozgerî ji malbatê xwest ku Makbûle Ozerê teslîmî girtîgeha tîpa R bikin. Li ser vê yekê malbat dê Ozerê, roja duşemê, teslîmî girtîgehê bike.    ‘EV BÊHIQÛQÎ DAWÎ BIN’   Keça Ozerê, Naîme Ozer derbarê mijarê de wiha axivî: “Nexweşxaneya Herêmê ji sedî 61 rapora astengdariyê da dayika min. Me ev rapor şandin dozgeriyê. Piştre me dayika xwe bir ATK’ê û ATK’ê got ku mayîna dayika min a di girtîgeha tîpa R de guncav e. Me îro dayika xwe, bi kursiya biteker bir edliyeyê. Dayika min niha nikare pêdiviyên xwe çareser bike. Sala par dikarî rabe şûşekê avê ji xwe re bigire, lê niha nikare. Em dayika xwe li ser pişta xwe digerînin. Bêhiqûqiya wiha nabe. Hemû cîhan dît ku dayika min di çi rewşê de ye. Êdî em dixwazin ev bêhiqûqî dawî bibe.”