Fîncanci: Em li ser peywira xwe ne 2023-11-30 16:12:03   ENQERE - Seroka TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci, beriya doza derbarê ji peywîrê girtina endamên TTB’ê axivî û got: “Ya ku derveyî armanca xwe kar dike ne TTB ye, saziyên berpisyar ên parastina Destûra Bingehîn û edaletê ne.”   Ji bo ku endamên Konseya Navendî (MK) ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB), ji peywîrê werin girtin doz hatibû vekirin. Têkildarî dozê, beriya danişîna biryarê li pêşiya Avahiyê Zêdek ê Xizmetê ya li Ber Deriyê Derve ya Edliyeya Enqereyê, daxuyaniya çapemeniyê hat lidaxistin. Tevî parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Mîthat Sancar û Gulîstan Kiliç Koçyîgît, gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl tev li daxuyaniyê bûn.    ‘DARIZANDIN BERNAMEYA DESTHILATÊ YE’   Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci axivî û anî ziman ku ew li ser peywira xwe ne. Fîncanci da zanîn ku darizandina kesên hilbijartî, di bernameya desthilatê de ye û wiha axivî: “Ya ku Destûra Bingehîn nas nake û hiqûqê radike refê desthilat bi xwe ye. Heman feraset dibêje Desteya Navendî ya TTB’ê derveyî karê xwe xebatan dike. Ya ku derveyî armanca xwe kar dike ne TTB ye, saziyên ji parastina Destûra Bingehîn û edaletê berpirsyar in.    ‘QANÛNAN BI CIH NAÎNIN’   Fîncanci destnîşan kir ku li welat qanûn nayên bi cih anîn û ya ku Destûra Bingehîn û serweriya hiqûqê nas nake desthilat bi xwe ye. Herwiha Fîncanci da zanîn ku heman feraset hewl dide bi hinceta “Derveyî karê xwe xebatê dike” endamên Desteya Navendî ya TTB’ê ji kar bigire. Fîncanci wiha pê de çû: “Ya ku derveyî karê xwe xebatan dide meşandin ne TTB ye; saziyên ji parastina Destûra Bingehîn û edaletê nin.    FÎNCANCI: EM LI SER KARÊ XWE NE   Yên ku duberekirina gotinên xwe li civakê ferz dikin, dibe ku xebatên TTB’ê derveyî armancê bibînin. Em li ser karê xwe ne. Desteya Navendî ya TTB’ê tevî hemû zextan, di rêbertiya agahiyên zanistê, dê ji pîvanên exlaqiya bijîşkiyê tawîz nede, dê ji bo tenduristiya civakê, ji bo hempîşeyên xwe û hemû mafên kadkarên tenduristiyê têbikoşe. Biryar çi be bila bibe, TTB berpirsyariya bijîşkiya civakî ji dile xwe hîs kir, TTB duh jî bêdeng nema, dê îro jî bêdeng nemîne.