KESK dê di 2’yê kanûnê de mitîngekê li dar bixe 2023-11-30 14:05:23   STENBOL - Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk diyar kir ku desthilat hewl dide fatoreya “aboriya xerab” li kedkaran bibire û ji bo mitînga ku dê di 2’yê kanûnê de li Qada Kartalê ji aliyê KESK’ê ve bê lidarxistin banga tevlibûnê kir.    Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) têkildarî mitînga ku dê bi dirûşmeya “Ji aliyê kedê ve budçeya gel a demokratîk” li Qada Kartal a Stenbolê li dar bixin, li Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) ya Hejmara 6’an a Stenbolê civîneke çapemeniyê li dar xist. Ji bilî Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk sendîkayên girêdayî KESK’ê tev li bûn.    Bozgeyîk ê di civînê de axivî, diyar kir ku di sala 2023’yan de hejmara bêkaran gihiştiye 9 milyonan û anî ziman ku ji her 5 ciwanan 3 bêkar in. Bozgeyîk, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye di nava Rêxistina Hevkarî û Pêşvebirinê ya Aboriyê (OECD) de yek ji welatên ku rêjeya enflasyonê ya herî zêde ye. Li hemû cîhanê enflasyona xurekê dikeve lê li cem me zêde dibe.    ’51 MILYON DI BIN SÎNORÊ BIRÇÎTIYÊ DE NE’    Bozgeyîk, diyar kir ku sînorê birçîbûnê 16 hezar lîre ye, sînorê xizaniyê nêzî 49 hezar lîre ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji nifûsa 85 milyonan 51 milyon di bin sînorê birçîtiyê de ne, 32 milyon jî di bin sînorê xizaniyê de hewl didin debara xwe bikin.    Bozgeyîk diyar kir ku desthilat hewl dide fatoreya “aboriya xerab” li kedkaran bibire û daxwazên xwe rêz kirin.    JI BO MITÎNGÊ BANG KIR   Bozgeyîk ê herî dawî ji bo mitînga ku dê di 2’yê kanûnê de li Qada Kartalê li dar bixin banga tevlibûnê kir, kedkarên ku dixwazin xwedî li mafê ked û budçeya xwe derkevin vexwendin mitîngê.