Komeleyên Koçê dane parvekirin: Dixwazin Kurdistanê bêmirov bihêlin 2023-11-30 13:14:57 AMED -Platforma Koçê ya Mezopotamyayê bal kişand ku tê xwestin Kurdistanê bêmirov bihêlin û aşkere kir ku di 9 mehên ewil ên sala 2023’yan de 51 hezar û 415 serlêdanên îltîcayê hatine kirin û ji sedî 80’yî van ji kurdan pêk tê.    Platforma Koçê ya Mezopotamyayê ku Komeleya Lêkolîn û Çavdêriya Koçê ya Mezopotamyayê, Komeleya Çavdêriya Koçê, Komeleya Çavdêrî û Lêkolînê ya Penaberan û Koçê ya Çûkûrovayê û Komeleya Lêkolînên Koçê ya Serhedê di nav de cih digirin têkildarî zêdebûna koçberiya li derveyî welat li avahiya Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê û Zanîstê (Egîtîm Sen) ya Hejmara 1’an a Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Amedê Mehmet Şirîn Gurbuz, Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê yê Gelan (HEDEP) Abbas Şahîn, Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Ekîn Yeter û nûnerên saziyên sivîl ên civakî tev li daxuyaniyê bûn.   Hevseroka Komeleya Lêkolîn û Çavdêriya Koçê ya Mezopotamyayê Medya Alkan ku metna daxuyaniyê xwend bal kişand ku koçberî herî zêde li Mezopotamyayê çêbûye û wiha got: “Gelên ku li ser vê axa bi bereket û pîroz dijîn bi sedan sal in bi rastiya koçê û koçberiyê re rûbirû mane. Van koçan bandorên neyînî li ser nasname û çanda kurdan kirine.”   POLÎTÎKAYÊN DEWLETÊ YÊN NEÇARÎ KOÇBERIYÊ KIRIN   Alkan, bal kişand ku di koçberiya gelê kurd de ji bilî sedemên siyasî û aborî bandora polîtîkayên şerê taybet jî hene û anî ziman ku bi polîtîkayên şerê taybet ê ku bi dirûşmeya “Ya jê hez bike yan jî derkeve” tên meşandin zext li civakê tên kirin û qadên jiyanê hatine tengkirin. Alkan, diyar kir ku bi polîtîkayên “qirêj” ên tên meşandin mirov neçarî koçberkirinê hatine kirin û pêla koçberiyê ji sala 2015’an ve zêde bûye.    DI 9 MEHÊN EWIL ÊN SALÊ DE 51 HEZAR KOÇ    Alkan, da zanîn ku serlêdanên ji bo îltîcaya li Ewropayê di sala 2016’an de hatin kirin 9 hezar û 675’in, di 9 mehên ewil ên sala 2023’yan de derketiye 51 hezar û 415’an û anî ziman ku her meh nêzî 6 hezar mirovan koçî Ewropayê dikin û ji bo îltîcayê serlêdanê dikin. Alkan, diyar kir ku difikirin ku ev hejmar zêde ye û bal kişand ku ji sedî 80’yî van ji kurdan pêk tê.    ‘DIXWAZIN KURDISTANÊ BÊMIROV BIHÊLIN’      Alkan, anî ziman ku di hawîreke ku di salên dawî de polîtîkayên ewlekariyê lê hatine zêdekirin de koçkirina bi hezaran kesan, rehet derbasbûna wan a sînoran, nîşaneya polîtîkayên koçê yên bizanebûn ku li wan tên ferzkirinin. Alkan, bi lêv kir ku bi polîtîkayên bi vî rengî bizanebûn tên meşandin re tê xwestin Kurdistanê bêmirov bihêlin, bîra mirovan ji holê bê rakirin û qala zehmetiyên mirov dema koçê û piştî koçê dikişînin kir.    ‘TÊKOŞÎN PEYWÎREKE MIROVÎ YE’     Alkan, anî ziman ku her cure polîtîkayên koçê yên “qirêj” ên li ser gelê kurd tên meşandin, hemû pirgirêkên gel kûrtir dike û wiha lê zêde kir: “Ev koçberiyên ku bûne mayînde xizmetê ji hêzdaran re dikin ne ji civakê re. Em ne mehkûmî koçê û koçberiyê ne. Berovajiyê wê divê em li ser axa xwe, çand, nasname û aboriya xwe ava bikin ji bo xwedî li tax, bajar, xweza û pêşeroja xwe derkevin têkoşîn peywîra me ya bingehîn a mirovî ye.”   Alkan, bang li partiyên siyasî, rêxistinên sivîl ên civakî û derdorên hestiyar ên li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê kir ku li dijî polîtîkayên koçberkirinê yên li ser civakê hatine ferzkirin rawestin, çareseriyan pêş bixin û polîtîkayên hevpar ên domdar hilberînin.   ‘EM KURDISTANÊ ŞÎN BIKIN’    Hevserokê DBP’a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz jî bang li kurdên derveyî welat kir ku vegerin welatê xwe û wiha got: “Divê em jiyana xwe ya azad ava bikin û Kurdistanê şîn bikin.”   BANGA ‘AXA XWE TERK NEKIN’     Hevserokê HEDEP’a Amedê Abbas Şahîn jî li dijî polîtîkayên koçê yên tên kûrkirin bang li herkesê kir ku vegerin ser axa xwe.