Kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’: Dê ji Tirkiyeyê re şandeyek bê şandin 2023-11-30 10:36:15   STENBOL - Hatîp Dîcle diyar kir ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî” de wê şandeyekê bişînin Tirkiyeyê û wiha got: “Ev kampanyayeke demdirêj e. Armanc rakirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fizîkî ya Ocalan e.”bidomînin."    Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin 33 meh in bi tu awayî agahî nayên wergirtin. Ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya wî ya fizîkî di 10’ê cotmehê de bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” kampanyayeke navneteweyî hate destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de li Tirkiye, Kurdistan û gelek deverên din ên cîhanê çalakî û aktîvîteyên din tên organîzekirin. Bi hezaran girtiyên li 104 girtîgehan bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger di 27’ê mijdarê de tev li kampanyaya ku her diçe mezin dibe bûn.     Hatîp Dîcle   ‘XWEDÎ DERKETINEKE MEZIN HEYE’    Berdevkê Platforma ji Abdullah Ocalan re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle diyar kir ku kampanya destpêkeke û azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan destnîşan kir. Dîcle destnîşan kir ku dê kampanya gelemperiyê cîhanê berdewam bike û wiha got: “Kampanya bi awayekî hevdem li 74 navendan li hin deverên cîhanê li 5-6 parzemînan dest pê kir. Wateya sembolîk a bûyîna li 74 welatan ew e ku temsîla temenê Abdullah Ocalan dike. Dostên gelê kurd, siyasetmedar, hiqûqnas, rewşenbîr û sendîkavanan di heman demê de kampanya azadiyê dan destpêkirin. Li cîhanê xwedîderketineke mezin heye. Ev kampanyayeke demdirêj e. Hedef û armanc rakirina tecrîda li ser Ocalan û misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî ye.”   SERDANA ŞANDEYÊ YA LI TIRKIYEYÊ   Dîcle, da zanîn ku xebatên têkildarî kampanyayê bênavber didomin û anî ziman ku di vê çarçoveyê de meş, mitîng, ciwan û konferansên jinan tên kirin. Dîcle, bi lêv kir ku dê bi xebatên dîplomatîk û siyasî “pêngav” were berfirehkirin û da zanîn ku dê di demekî nêzîk de şandeyeke ku di nav de parlamenter, hiqûqnas û zanyar di nav de hene serdana Tirkiyeyê bikin û bikevin nav hewldanan.   ‘DÊ PARADÎGMA BELAVÎ HER DERÊ BÊ KIRIN’    Dîcle, destnîşan kir ku ew armanc dikin ku paradîgma û parêznameyên Abdullah Ocalan di çarçoveya xebatan de belavî her derê bikin û têkildarî xebatên bên meşandin de wiha got: “Niha dostên li her welatî xwedî înîsiyatîf in, ev ne pêngaveke ji yek navendê tê birêvebirine. Bi taybetî jî ew fikrên afirîner ên bîyanî pêşkeş dikin û ew bi xwe pêk tînin. Pêşengên kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî’ pêşengên sendîkayan in ku li Ingilistanê bi milyonan endamên wan hene. Her wiha pêşengên kampanya ji bo berdana Serokwezîrê berê yê Efrîka Başûr Nelson Mandela bûn. Tîmeke ku di gerdûnê de tê nasîn. Em weke gelê kurd, hevrêyên Abdullah Ocalan û dostên gelê kurd wan dişopînin.”   ‘DERBARÊ JIYANA WÎ DE AGAHIYA ME NÎNE’    Dîcle, bi lêv kir ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û bal kişand ku 33 meh in ji Îmraliyê agahî nayên wergirtin. Dîcle, axaftina xwe wiha bi domand: “Têkildarî rewşa tenduristiyê ya Abdullah Ocalan de tu agahiya me nîne. Derbarê jiyan û ewlehiya wî hwd. de tu agahî nayên dayîn. Parêzer zextê li CPT’yê bikin jî tu encam nagire. Ev sûcekî mirovahiyê yê mezin e.”   ‘HIQÛQA NAVNETEWEYÎ TÊ BINPÊKIRIN’    Dîcle diyar kir ku bi polîtîkayên tecrîdê hiqûqa herêmî û navneteweyî tê binpêkirin û destnîşan kir ku mafê tu girtiyan ê hevdîtina bi malbat û parêzeran re nikare bê astengkirin. Dîcle, bi bîr xist ku Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceya Ewropayê (CPT) piştî ku serdana girtîgehan kir rapora têkildarî Girtîgeha Îmraliyê ne weşand û wiha pê de çû: “CPT’yê destûr nedayîna Tirkiyeyê weke hincet nîşan da. Desteyên weke Konseya Ewropa û CPT tehamulî Tirkiyeyê dikin û çavê xwe ji binpêkirina hiqûqa navneteweyî re digirin. Qedexeyên hevdîtin û dîsiplînê yên Tirkiyeyê bi temamî bêbinî ne. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di biryara xwe de wiha dibêje ‘nabe ku mirovek zêdetirî 25 salan ji azadiya xwe bêpar bimîne’. Îsal 25’emîn sala Abdullah Ocalan e. Ji ber vê yekê sedema li gelemperiya cîhanê eleqeyek nîşanî kampanyayê bê kirin, pêkanîna bêhiqûqiyê ya bi awayekî zelal e.”   ‘WELATÊN ROJAVAYÊ CÎHANÊ DIBIN HEVKARÊN SÛC’    Dîcle, bal kişand ser rola welatên rojavayê cîhanê ya di kûrkirina polîtîkayên tecrîdê de û wiha lê zêde kir: “Welatên rojavayê cîhanê li dijî komploya navnetewî bêdeng man û heta di nava wê de cih girtin. Îro jî li dijî polîtîkayên tecrîdê nakevin dewrê û dibin hevkarên sûc. Gotina ‘Tirkiye tenê ji bo min gardiyantiyê dike’ ya Abdullah Ocalan a li ser komployê, vê rastiyê nîşan dide. Heke Parlamentoya Ewropayê yan jî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bibêje, 'Em ê Tirkiyeyê derxînin', Tirkiye wê nikaribe vê tecrîdê bidomîne. Mînak Ingilistanê di komployê de roleke gelekî girîng lîst, lê niha rewşenbîr û sendîkavanên Brîtanyayê di pozîsyona meşandina kampanya azadiyê de ne. Civaka Ewropayê vê komployê ji bo wan weke cihê xemgînî û şermeke mezin dibîne.”   ‘MIFTEYA AZADIYÊ ABDULLAH OCALAN E’    Dîcle, anî ziman ku çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya Abdullah Ocalan din ava hev de ne û got: “Bêyî Ocalan pirsgirêka kurd nayê çareserkirin.” Dîcle, diyar kir ku Abdullah Ocalan ne tenê li ser çareseriya pirsgirêka kurd, di heman demê de li ser çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn xwedî têzên xurt e û wiha lê zêde kir: “Mifteya aştiyê ya li Tirkiyeyê Abdullah Ocalan e. Ji ber vê yekê, çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya Ocalan di nava hev de ne.”   GIRÎNGIYA AVAKIRINA NETEWA DEMOKRATÎK    Dîcle, destnîşan kir ku paradigmaya Neteweya Demokratîk a Abdullah Ocalan a li dijî feraseta hişk a netewe dewletê ya li Rojhilata Navîn ji bo gelan girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sedema ku Şoreşa Rojava li cîhanê ewqas bal kişandiye ew e ku xwedî feraseta Neteweya Demokratîk e. Sed sal in li Rojhilata Navîn bi feraseta netewe dewletê tê tevgerandin lê şer û pevçûn qet kêm nabin. Di Neteweya Demokratîk de cudatî weke dewlemendî tên qebûlkirin. Li Rojava kurd, ereb, ermen, suryan, turkmen, çerkez hemû weke xwişk û birayan dijîn. Herkes bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê dibîne, di mitîngan de dengên cuda bilind dibin. Anku şûna netew dewletê bêyî xweseriya demokratîk li Rojhilata Navîn xwîn û hêsirên çavan naqedin.”   ‘DIVÊ JI BO AZADIYÊ RABIN SER PIYAN’    Dîcle, da zanîn ku çalakiya greva birçîbûnê ya di 27’ê mijdarê de ji aliyê bi hezaran girtiyan ve hate destpêkirin, parçeyek ji “Pêngava Azadiyê ye” û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em hêvî dikin ku dewleta tirk vê carê hesasiyeteke pêwîst nîşan bide. Divê hemû beş ji bo azadiya Ocalan rabin ser piyan. Divê hemû gelê me fêm bike ku bi çalakiyê çi dixwaze û bêyî ku paşguh bike vê yekê bi cih bîne. Ez bawerim ku gelê me wê heta dawiyê piştgiriyê bide vê kampanyayê. Em bi hev re dikarin serbikevin. Em dikarin Rêber Ocalan bi awayekî fizîkî azad bikin. Ez ji dil di wê baweriyê de me ku ev yek wê tevkariyeke mezin li çareseriya pirsgirêka kurd û têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê bike.”   MA / Esra Solîn Dal