Doza Elçî: Dê têkoşîna me ya li dijî kes û saziyên pişta kiryaran digirin bidome 2023-11-30 09:15:45   AMED - Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses ji bo biryara di doza kuştina Tahir Elçî de hat dayîn got: "Em ê têkoşîna xwe li dijî vê bidomînin. Em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî ya li dijî kes û saziyên li pişt failên ku ev tetîk kişandine bidomînin."   Danişîna 8’emîn ya doza der barê kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî de ku di 28'ê mijdara 2015'an de li navçeya Sûrê ya Amedê li ber Mînareya Çarling hat qetilkirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 10'an a Amedê hat lidarxistin. Di doza der barê qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî de heyeta dadgehê daxwazên parêzeran red kir û biryar da ku ji bo amadekirina mutalayê dosyayê ji dozger re bê şandin.    Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses bertek nîşanî vê biryarê da û got ku dê hêzên tarî yên li pişt vê biryarê hesab bidin.   Erkan Şenses   ‘DIBE KU 3 POLÎSÊN BERSÛC DANIŞÎNEKE DIN BERAAT BIKIN’   Şenses anî ziman ku Dadgeha Cezayê Giran a 10'an a Amedê bi wan her du biryarên navberê îro dedbar kir. Şenses, destnîşan kir ku ew jixwe biryara ku dê di 6’ê adarê de bê dayîn dizanin û diyar kir ku bi îhtîmaleke mezin wê her 3 polîsên bersûc di dozê de beraat bikin. Şenses da zanîn ku 12 biryarên navberê vê yekê nîşan dide û wiha got: “Mixabin doz ber bi bêcezabûnê ve diçe. Lê belê wekî baro û saziyên hiqûqî em ê li dijî vê bêhiqûqiyê dengê xwe bilind bikin û wek ku Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî got, ger hewce bike em ê dozê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Ji bo failên di vê dosyayê de û kesên li pişt van failan eşkere bibin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘EM NAFIKIRIN KU DADGEH LI DÛ RASTIYA MADDÎ BE’   Şenses bi bîr xist ku di dîmenên di roja bûyerê de ji aliyê şaxa Wêne-fîlmê ya girêdayî midûriyeta polîsan ve hatine kişandin de dîmenek 13 saniyeyî tune ye. Şenses da zanîn ku polîsê ku qeyd dikir îdia kiriye ku ew dema bûyerê ji qeydê derketiye û wiha got: “Lê belê ev îdia nebûye mijara tu raporeke zanistî. Dadgeh xwe neda ber vê rapora zanistî jî. Ji ber vê yekê, em nafikirin ku dadgeh li dû rastiya maddî be. Tê xwestin ku biryara li ser vê dosyayê bi lez bê dayîn. Cînayeta Elçî ber bi bêcezabûnê ve diçe. Em ê têkoşîna xwe li dijî vê bidomînin. Em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî ya li dijî kes û saziyên li pişt failên ku ev tetîk kişandine bidomînin. Dadgehkirina qetilkirina Tahîr Elçî yê ku jiyana xwe bi têkoşîna li dijî bêcezakirin û binpêkirinên giran ên mafên mirovan derbas kir, divê ne bi vî rengî be, dewlet deyndarê darizandineke adilane ye û em dixwazin ew deyn bê dayîn.”