Avci: Nelirêtiyên qeyûmê yekem di dema qeyûmê duyem de hatin domandin 2023-11-30 09:10:00   WAN - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mustafa Avci ku rapora Dîwana Muhasebatê ya sala 2022'an nirxand, diyar kir ku texrîbata qeyûmê yekem di dema qeyûmê duyem de tê domandin.   Dîwana Muhasebatê raporên 2022 yên şaredariyan eşkere kir. Dîwana Muhasebatê ya ku di rapora Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya di bin rêveberiya qeyûmê de gelek nelirêtî derxistin holê, diyar kir ku gelek lazmatiyên diviyabû bi usûla îhaleyê bên kirîn, hatine dabeşkirin û bu usûla peydekirina rasterast hatine peydekirin. Her wiha di raporan de hat destnîşankirin ku deynê şaredariyê 2 Milyar TL derbas kiriye.   Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mustafa Avci ku di 19'ê Tebaxa 2019'an de bi biryara Wezareta Karên Hundir ji wezîfeyê hat girtin û qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, nelirêtiyên di raporên Dîwana Muhasebatê de cih digirin nirxandin.   Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mustafa Avci   NELIRÊTIYÊN QEYÛMÊ YEKEM   Avci ku qeyûm wekî "derbeya siyasî" bi nav kir, got ku qeyûm ferasetek e ku siberoja bajêr talan dike ye. Avci diyar kir ku rapora Dîwana Muhasebatê ew piştrast kirine û got: “Bi awayekî zelal tê dîtin ku qeyûm ji aliyê teknîkî, îdarî û aborî ve nikare şaredariyê bi rê ve bibe. Niha di hemû raporan de cih digire ku di hemû îhaleyan de nelirêtî hatine kirin. Hat diyarkirin ku qeyûm lazmatiyên ku diviyabû bi îhaleyê bên kirin, dabeş kirine û rasterast an jî bi rêya bazariyê kirîne. Tevî ku hemû nelirêtî û gendeliyên ku ji aliyê qeyûmê yekem ve hatine kirin di raporên Dîwana Muhasebatê de hatine tespîtkirin jî, lê ev nelirêtî di dema qeyûmê duyem de jî dewam kirine."    DI DEMA QEYÛMÊ DUYEM DE DEYN ZÊDE BÛNE   Avci bal kişand ku texrîbata di heyama qeyûmê yekem di heyama qeyûmê duyem de zêde bûye û wiha got: “Niha diyar bûye ku ne tenê ji bankayên giştî, ji bankeyên din ên taybet jî deyn pere deyn kirine û hatiye tespîtkirin ku tenê di sala 2022'yan de 40 milyon faîz hatiye dayîn. Her çi qas hatiye tespîtkirin ku ruxsetên bikaranînê yên avahiyên aîdê şaredariyê tune ne jî, ev avahî ji aliyê hin kesan ve tên bikaranîn. Hatiye diyarkirin ku şaredarî dahata kirê berhev nekiriye. Hatiye tespîtkirin ku wesayîtên veguhastinê yên şaredariyê bi awayekî bêdem dewrî kesên sêyem hatine kirin. Diviyabû li bajêr 318 mînîbus, hezar û 347 wesayitên serwîsê, 14 serwîsên personelan û 971 taksiyên bazirganiyê di bin çavdêrî û însiyatîfa şaredariyê de bi rêya îhaleyê bihata dayîn, lê bê îhale dewrî hin kesan hatine kirin."    MAL Û MILK HATINE DEWRKIRIN   Avci diyar kir ku mal û milk ji aliyê qeyûm ve dewrî alîgiran hatine kirin û got ku ev mal û milk ji buhayê xwe pir kêmtir hatine firotin. Avci anî ziman ku guh li mewzûata şaredariyê nehatiye kirin û wiha berdewam kir: “Bi bêhiqûqî û gendeliyê her tişt dizîne. Lê divê em xwedî li vî bajarî derkevin."   ‘DÊ GEL BERSIVA PÊWÎST BIDE'   Avci anî ziman ku desthilat bi destê qeyûman pêkanînên antîdemokratîk dixe meriyetê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qeyûm binesazî û şaxên avahiya navendî ne. Xebata wan di wî warî de ye, ne mimkun e ku mirov vê bi hiqûqa dijminatiyê pênase bike. Ji ber ku dijmin jî xwediyê qanûneke dijminane ye. Dema ew hiqûq dikeve meriyetê, di çarçoveya qanûnê de tevdigere. Êdî li vir qanûn nemaye. Ji destpêkê ve rêveberiyek defakto heye. Li ber me ne qanûn û ne jî destûra bingehîn heye. Ji bo vê yekê, pêdivî ye ku li hemberî her tiştê ku tê pêkanîn, refleksek parastinê bê pêşxistin. Gel ev yek bi temamî dîtiye û dê di hilbijartinên pêş de bersiva pêwîst bide.”   MA / Rûken Polat