Şaredarê AKP'î yê Şirnexê amûra X-RAY'ê li endamên HDP'î ferz dike! 2023-11-30 09:02:36   ŞIRNEX - Parêzvan û polîsên şaredariya AKP'ê ev 5 sal in cîhaza X-RAY'ê li endamên meclisa şaredariyê yên HDP'î ferz dikin. Endamên meclisa şaredariyê yên HDP'î ku li dijî vê yekê derdikevin jî rastî gefên endamên meclisê yên AKP'î tên.    Di hilbijartina xwecihî ya 31'ê adara 2019'an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 65 şaredarî bi dest xistin. Lêbelê desthilata heyî ya ku di polîtîkayên şer de israr dike ji 65 şaredariyên ku bi vîna gel hatibûn hilbijartin ji wan 48 şaredarî bi tayinkirina qeyûman desteserkirin. 72 hevşaredarên HDP'ê jî hatin girtin û ji wan 15 hevşaredar hîn jî girtî ne. Bi tayînkirina qeyûman, di nava şaredariyan de jî amûrên X-RAY'ê hatin bicihkirin û li pêşiya şaredariyan jî qilûbeyên polîsan hatin danîn.    Li Şirnexê çendî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) partiya yekemîn bû jî, AKP'ê di hilbijartinên xwecihî yên 2019'an de bi hîle û xurdeyan şaredariyê desteser kir û HDP'ê jî 11 hezar û 194 deng wergirtin. Lê ev 4 sal û nîv in endamên meclisa şaredariyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi fermana şaredarê AKP'î Yarka bi darê zorê di amûra X-RAY'ê re tên derbaskirin. Endamên meclisa şaredariyê yên HDP'î yên ku bertek nîşanî vê rewşê dan, ji aliyê polîs û parêzvanên li ber deriyê şaredar ve gefa "dê nekevin hundir" li wan hat xwarin. Lê balkêş e ku endamên meclisê yên AKP'yî rastî heman pêkanînê nayên.    Berdevka Koma Meclisa Şaredariyê ya HDP'ê ya Şirnexê Gurbet Aslan têkildarî mijarê axivî.   'JI XEYNÎ ENDAMÊN HDP'Î TU KESÎ DI AMÛRÊ RE DERBAS NAKIN'   Aslanê da zanîn ku şaredariya AKP'ê ambargo daniye ser endamên meclisa şaredariyê yên HDP'ê û got ku bi dara zorê wan di amûra X-RAY'ê re derbas dikin û wiha axivî: "Em ji roja hatine ser kar heta niha hema bibêje ev 5 sal in ku em rastî vê pêkanîna şaredar tên. Çend meh beriya niha xwestin ku dîsa me di cîhaza X-RAY'ê re derbas bikin. Me jî ev qebûl nekir û nerazîbûn nîşan da. Bi israr ev pêkanîn li me dan ferzkirin. Em bi xwe bi endamên meclisa AKP'yî re diketin şaredariyê AKP'yîyan qertên xwe nîşan didan û derbas dibûn,lê tevî qerta me jî nahêlin ku em derbas bibin. Rojekê jî ji bo ku em li rojeva şaredariyê binêrin em çûn şaredariyê,lê polîsên biuniforma pêşiya me girt û gotin,'Heta ku hûn çenteyê xwe di cîhazê re derbas nekin hûn derbas nabin.' Me bertek nîşanî vê yekê jî dabû û ji wan re gotibû,'em vî gelî temsîl dikin, hûn nikarin wisa nêzî me bibin.'"   Aslanê axaftina xwe wiha domand: "Qerta şaredariyê bi me re heye lê ev qert li şaredariyê bi xwe derbas nabe û nas nakin. Ger şaredarî bi xwe vê yekê nas neke, saziyên din dê çawa vê kartê nas bikin? Heta parêzvanê serokê şaredariyê bi xwe pêşiya me girt û got,'em we nas nakin.' Niha jî li me didin ferzkirin. Personelên şaredariyê bi xwe jî bêyî ku di cîhaza X-RAY'ê re derbas bibin dikevin şaredariyê, lê em endamên HDP'î heta ku di X-RAY'ê re derbas nebin nahêlin em bikevin şaredariyê. Herî dawî dema ku ez çûm şaredariyê min dîsa qebûl nekir. Li wir endama meclisa şaredariyê ya jin ji min re got, 'tu hevaleke ciwan î, heyf ji te re israr neke.' Ev ji me re gefek bû."   AKP'Ê QEBÛL KIR Û WEKE YEKDENGÎ BI RAYA GIŞTÎ RE PARVE KIR   Gurbet Aslanê bi lêv kir ku şaredariya AKP'ê di nîqaşên plan û budçeyê de jî vîna endamên meclisa HDP'ê esas negirtiye û got: "Ev 5 sal in ku me di cîhaza X-RAY'ê re derbas dikin. Endamên Meclisê yên AKP'î li ber çavê me bi çenteyên xwe dikevin şaredariyê. Lê dema ku em diçin pêşiya me tê girtin. Ger em wekî hilbijêrên, vî gelî rastî vê pêkanînê bên, îja hûn bifikirin ku gel rastî pêkanîneke çawa tê. Welatiyeke vî bajarî, dayikek dê çawa xwe bigihîne şaredarê vî bajarî? Di heman demê de gelek civînên meclisê beyî me endamên meclisê li dar dixin. Herî dawî hevdîtinên budçe û planê hebûn. Herî dawî ji bo çûnhatinê civînek hat lidarxistin. Wê rûniştinê jî bêyî me li dar xistin û piştre bi raya giştî re parve kirin ku bi yekdengî hatiye qebûlkirin, lê ne bi yekdengî, bi piraniya dengan qebûl kirin. Me ev qebûl nekiribû û bêyî me rûniştibûn. Me ev nîqaş nekir. Pêşniyaza me hebû ku xwendekar bêpere siwar bibin û welatî jî yeklîra bidin. Lê bang li me nekirin û komîsyon bêyî me rûnişt. Li gorî rêziknameya şaredariyê jî ev tiştê ku şaredariya AKP'ê dike neqanûnî ye. Şaredariya AKP'ê li gorî xwe planan dike û bi tena serê xwe bêyî vîna meclisê jî pêk tîne."   Aslanê di dawiyê de got: "Pênc salên me qediya û heta niha vê şaredariyê ji vî gelî re tiştek nekir û ji ber wê em ji gelê xwe bi bawer in ku dê 31'ê adarê de bersiva pêwîst bide vê hişmendiyê."