ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2023'YAN 2023-11-30 09:00:33     * Parêzvan û polîsên şaredariya AKP'ê ev 5 sal in cîhaza X-RAY'ê li endamên meclisa şaredariyê yên HDP'î ferz dikin. Endamên meclisa şaredariyê yên HDP'yî ku li dijî vê yekê derdikevin jî rastî gefên endamên meclisê yên AKP'î tên.    * Pêşangeha bi temaya tundiyê ya bi navê "li derve li hundir" ku dê berhemên girtiyan lê bên pêşandan, dê di 1'ê Kanûnê de li Enqereyê bê pêşandan.    * Rêya hevrişimê ya dîrokî ya di navbera Cizîr û Silopiyayê de ku 4 sal in nehatiye temamkirin, her roj dibe sedema qezayeke nû.   * Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mustafa Avci ku rapora Dîwana Muhasebatê ya sala 2022'an nirxand, diyar kir ku texrîbata qeyûmê yekem di dema qeyûmê duyem de tê domandin.   * Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Mûrat Atabay diyar kir ku ji ber hê jî komir li dibistanên Wanê nehatiye belavkirin kalorîferên dibistanan girtî ne û xwest ku îdarekkarên xwecihî berpirsiyariya bi cih bînin.    * Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses ji bo biryara di doza kuştina Tahir Elçî de hat dayîn got: "Em ê têkoşîna xwe li dijî vê bidomînin. Em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî ya li dijî kes û saziyên li pişt failên ku ev tetîk kişandine    * Hatîp Dîcle diyar kir ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî” de wê şandeyekê bişînin Tirkiyeyê û wiha got: “Ev kampanyayeke demdirêj e. Armanc rakirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fizîkî ya Ocalan e.”bidomînin."   * Danişîna doza derbarê Emîne Şenyaşar de bi îdiaya “heqaretê” hatiye vekirin dê li 4’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye bê lidarxistin. (09.00)   * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari piştî dê li Dîlokê serdana dikandaran bike, dê li ber avahiya navçeya Şahînbeyê tev li civîna gel bibe. (11.00-17.00) ZINDΠ   * Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan, dê tev li civîna gel a dê li Wanê bê lidarxistin bibe. (11.00-14.00) ZINDΠ   * Komeleya Lêkolîn û Çavdêriya Koçê ya Mezopotamyayê dê têkildarî koça derveyî welat ku di demên dawî de zêde bûye li Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Hejmara 1’an daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)     * Danişîna biryarê ya doza ji bo endamên Konseya Navendî yên TTB’ê ji peywîr bên wergirtin hatiye vekirin dê li 31’emîn Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya Enqereyê bê lidarxistin. (14.30)