Li Mêrsînê kesek hat girtin 2023-11-29 20:09:01   MÊRSÎN –  Vedat Yîgîtê îro danê sibehê hat binçavkirin, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin.    Vedat Yîgîtê ku bi îdiaya "endmatiya rêxistinê" der barê wî de biryara lêgerînê hebû, îro danê sibehê li navçeya Erdemlî ya Mêrsînê hat binçavkirin. Yîgît piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Erdemliyê sewqî Edliyeya Mêrsînê hat kirin. Yîgît ku piştî îfadeya dozgeriyê sewqî dadgehê hat kirin, hat girtin.