Car din 9 sal û 4 meh û 15 roj ceza li Mizrakli hat birîn 2023-11-29 19:34:30   AMED- Li Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ku 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê lê hatibû birîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû xerakirin, car din heman ceza hat birîn.    Dadgeha Bilind 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê ku di nava Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de cih girtiye hatibû birîn, bi hinceta vekolîna kêm xera kiribû û biryara jinûvedarizandinê dabû. Di danişîna îro de ku îdianameya wê bi îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik hatibû amadekirin û li Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê hat lidarxistin, dadgehê heman ceza li Mizrakli birî û biryara domandina girtina wî da.