Girtiyê siyasî Gur: Ji ber kurdbûn û muxalîfbûna xwe têm darizandin 2023-11-29 14:46:25   ENQERE - Siyasetmedar Nazmî Gur di Doza Kobanê de diyar kir ku ji ber kurdbûn û muxalîfbûna xwe tê darizandin û got ku îdianame li gorî rêgezên nîjadperest hatiye amadekirin.    Rûniştina sêyemîn a danişîna 43’yan a Doza Kobanê ku 18 jê girtî bi giştî 108 kes tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir. Rûniştina duyemîn a danişînê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê lidarxistin. Danişîn, bi parastina siyasetmedarê girtî Nazmî Gur berdewam kir.    Gur, got ku HDP a dewleta hewl dide bidarizîne di qada navneteweyî de partiyeke cidî tê girtin e û ev tişt anî ziman: “Ji roja hatiye avakirin heta niha jî tu pirsgirêkên rewatiyê nejiya. AKP çiqas meşrû be, HDP jî ewqas meşrû ye. HDP, têkoşîna hevpar a gelên Tirkiyeyê dimeşîne. Em ji ber kurdbûn û muxalîfbûna xwe tên darizandin. Ez kurd im û tu kes nikare kurdbûna min biguherîne. Dixwazim hinek qala vê cihêkariyê bikim; ev îdianame li gorî rêgezên nîjadperestiyê hatiye amadekirin. Em ê di her danişînê de wan kesên ev îdianameya nîjadperest amade kirine teşhîr bikin.”    'DÊ DMME MEHKÛM BIKE’   Bi domdarî Gur, wiha got: “Li dijî kurdan polîtîkayeke nîjadperest a sîstematîk tê meşandin. Dozger jî ji hêla ‘siyasî-polîtîk’ ve li dijî me têdikoş e. Di mutalaaya xwe de rûmeta mirov tune hesibandiye. Îdianame ewqas bi qurnazî û polîtîk hatiye amadekirin ku li dijî me têkoşîna siyasî-bîrdozî dimeşîne. Vê jî ji xwe re weke karekî pîroz dibîne. Dê ev îdianame biçe DMME’yê û dê Tirkiye bê mehkûmkirin.    Kesên daxwaza zimanê dayikê dikin, bi nîjadperestiyê tên tawanbarkirin. Di serdaneke xwe ya derveyî welat de Erdogan ji bo dewleteke ku perwerdeya zimanê tirkî nedida gotibû; ‘qirkirina tirkî dikin.’ Lê li vî welatî ne kurd ne jî neteweyên din nikarin bi zimanê xwe perwerde bibin. Ev yek sûc e. Baş e lê daxwazkirina zimanê dayikê çawa dibe nîjadperestî?    Tevî êrişên AKP’ê jî partiya me xwe li ser pêyan digire. Piştî hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an, êrişên cidî li dijî HDP’ê hatin destpêkirin. Zêdetirî 60 avahiyên HDP’ê hatin şewitandin. Her wiha bombe şandin avahiyên li Edene û Mêrsînê. Tevî hemû êrişan jî HDP di hilbijartinên mijdarê de bû partiya sêyemîn. AKP’ê ev têkçûn qebûl nekir û welêt veguherand gola xwînê. Di 10’ê Cotmehê de li Gar a Enqereyê komkujî kirin. HDP’ê piştî şer tevî ewqas zextan jî benda hilbijartinê derbas kir.”    Danişîn dê piştî navberê bidome.