Lijneya Baweriyan û Gelan a HEDEP’ê: Dest ji hedefgirtina sivîlan berdin 2023-11-29 14:14:28   AMED - Lijneya Baweriyan û Gelan a HEDEP’ê bi boneya “Roja Piştgiriya bi Gelê Filistînê Re” daxuyaniyek da û destnîşan kir ku pirsgirêkên di navbera gel û baweriyan de li Rojhilata Navîn bê dîplomasî, bê diyalog û muzakereyê nayên çareserkirin û divê demildest her du alî jî dest ji hedefgirtina sivîlan berdin.   Lijneya Bawerî û Gelan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) li Semta Ofîsê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê bi boneya “Roja Piştgiriya bi Gelê Filistînê re ya Cîhanê” daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em bi gelê Filîstinê re ne, bijî biratiya gelan” hat vekirin. Parlamenterên HEDEP’ê Newroz Ûysal Aslan, Sevîlay Çeleng û Mehmet Kamaç, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz, endam û rêveberên HEDEP, DBP, Komeleya Aliman a Amedê, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dêrgûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Amedê (TUAY-DER) û endamên rêxistinên civaka sivîl tev li daxuyaniyê bûn.    ‘PIRSGIRÊKA FILISTÎNÊ BÊ ÇARESERÎ MAYE’   Endamê Komeleya Alimên Amedê Mela Emîn Ay metna daxuyaniyê xwend û destnîşan kir ku ji 29'ê mijdara sala 1978'an heta niha her sal weke “Roja Hevgirtina bi gelê Filistînê re’ tê pîrozkirin. Ay, anî ziman ku ev roj ku li gorî wate û girîngiya wê ji bo gelê Filistînê hatiye hilbijartin, li ser banga Civata Giştî ya Navneteweyên Yekbûyî (NY) ji bo çavdêrîkirina salane ya biryara parvekirina Filistînê ye û wiha got: “Roja hevgirtinê ya navneteweyî bibîr tîne ku pirsgirêka Filistînê bêçareserî maye û gelê Filistînê hîn mafên xwe yên ku ji hêla civata giştî ve hatine destnîşankirin ku mafên çarenûsa bêyî destwerdana derve, mafê serxwebûn û serweriya neteweyî bi dest nexistine. Mafê vegerê ya ji bo mal û milkên xwe yên ku ew jê derbider bûne nestandine.”   ‘DEST JI HEDEFGIRTINA SIVÎLAN BERDIN’   Ay, da zanîn ku UNESCO ji sala 1986’an û vir ve bi armanca pêşxistina perwerde, çand, zanist û azadiya derbirînê roja piştevaniya navneteweyî ya bi gelê Filistînê re pîroz dike. Ay, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Ev armancên UNESCO’yê ne ku hemû çalakiyên xwe ji bo zêdekirina diyalogê, li dijî her cure nîjadperestî û nefretê, ji bo avakirina aştiyê di mejiyê hemû jin û mêran de û jinûveavakirina hîmên jiyana bi hev re di nava aheng û baweriyê de pêk tîne. Pêşketin û geşedanên li herêmê diqewimin pir bi fikar in. Em li dijî her êrişeke li dijî gelê herêmê, cudahiya nasnameya etnîkî û ol û bawerî nerazîbûna xwe tînin ziman. Em bang li herdû aliyan dikin kû dest ji hedefgirtina sivîlan berdin.”   ‘ÇARESERÎ BÊ DÎPLOMASÎ Û DIYALOGÊ NABE’   Ay, bi lêv kir ku gelê kurd û gelên din ên di welatê me de dijîn mafên wan ên gerdûnî û rewa têne binpêkirin. Ay, da zanîn ku vê êşê ew jî dijîn û wiha bi dawî kir: “Em van êşan belkî ji Filistîn ê qet bi qet zêdetir dijîn. Her roj zarokên me li Rojava, li Başûr, Rojhilat û Bakur ji aliyê desthilatan ve tên qetilkirin. Ji ber vê yekê ev tişt ji aliyê gelên me ve bêhtir tête fêmkirin. Bi vê sedemê em piştgiriya xwe ji gelê Filistînê re diyar dikin. Pirsgirêkên dîrokî û heyî yên di navbera gel û baweriyan de li Rojhilata Navîn bê dîplomasî, bê diyalog û muzakereyê nayên çareserkirin. Nasnameya etnîkî ya cihêreng a Rojhilata Navîn baweriya hemû gelên ku di bin şert û mercên wekhev de dijîn e. Ev rastî ji bo Îsraîl û Filistînê, ji bo Sûriye, Iraq, Tirkiye û Îranê jî derbasdar e. Tu rewabûna tundiya dewletekî li ser mirov û sivîlan tune ye. Ji bo pêşîgirtin û rûxandina terorê ya li herêmê, em bi erka lezgîn radibin ku di raya giştî de, bi taybetî NY û hemû sazî û dezgehên sivîlên hiqûqî, demildest dawî li wêrankirin û talankirina binesazî, sererd û qetilkirina sivîlan bînin.”   Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.