Bakirhan: Îcar li dîwarî qelibîn 2023-11-29 13:18:04   MÛŞ -Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê bertek nîşanî gelek caran sekinandin û kontrolkirina konvoya wan a li Mûşê da û wiha got: “Ka di sala 1071’ê de em çawa xapandibin, hewl didin bi hezaran salan wisa dom bikin. Lê vêcarê li dîwarî qelibîn.”     Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tuncer Bakirhan di çarçoveya serdanên xwe yên li herêma Serhedê de hate Mûşê. Bakirhan, li navçeya Mexdîk a Mûşê ji hêla gelek kesan ve hate pêşwazîkirin. Di derketina bajarokê de polîsan pêşiya konvoyê girt û xwest kontrola nasnameyan bike. Li ser vê yekê parlamenterên HEDEP’ê û gel bertek nîşan dan. Piştî nîqaşê jî konvoyê da ser rêya xwe. Îcar jî polîsan di ketina navenda Mûşê de rê li ber konvoyê girt û xwest kontrola nasnameyan û GBT’ê bike. Bakirhan û şandeya pê re bertek nîşan da û diyar kirin ku heta ev sepan bi dawî dibe dê kontakê bigirin û çalakiyê li dar bixin. Piştre jî polîsan dev ji vê sepanê berdan û rê dan konvoyê. Konvoyê, li bajar tûr avêt û piştre jî Bakirhan û şandeya pê re çûn eywaneke dawetê. Şande bi çepik û dirûşman hate pêşwazîkirin. Li eywana hevdîtinê pankartên “Jin jiyan azadî, azad bike Rêbertî”, “Li Rojava qirkirin heye”, “Rojava rûmeta me ye”, “Me bi ciwantî dest pê kir û dê bi ciwantî bi ser kevin” û “Bi jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve” hatibûn daliqandin.    BAKIRHAN BERTEK NÎŞANÎ ASTENGKIRINAN DA    Di hevdîtina bi gel re de Bakirhan bertek nîşanî astengkirinên polîsan da û wiha got: “Mixabin qenciyên ku em dikin li me weke xerabî vedigerin. Bav û kalên me li Milazgirê gotin; ‘bila li cihekî bi cih bibin û li Anatoliyayê bi cih bibin û ev xak têra me tevan heye’ û derî jê re vekirin. Lê mixabin em niha piştî 3-4 lêgerînan dikevin ser xaka xwe. Bi mejiyê xwe yê faşîst hewl didin henekên xwe bi me bikin. Lê em ê mirovahiyê nîşanî wan bidin. Bawer bikin ji ber tirsa xwe wiha diki. Em ê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de bersiveke baş bidin wan.”      EV MISILMANTIYEKE ÇAWA YE?’    Bi domdarî Bakirhan bal kişand ser qetilkirina hunermendê kurd Mîr Perwerde li Parîsê û wiha got: “Jiyana hunermend Mîr Perwer kurdan pir baş vedibêje. Hunermendê gelê xwe bû, têkoşiya û neçar ma ku biçe sirgûnê. Mixabin di êrişeke nîjadperest de hate qetilkirin. Em wî bi rêzdarî û biminet bi bîr tînin. Her wiha Zeynel Abîdîn Tan tê bîra we. Ya ku em pir êşandin, sepana faşîst a li dijî Tan li Gimgimê hatiye kirin bû. Helbestvan û nivîskar bû. Şaredariya Mûşê ji bo cenazeyê wî wesayît neda. Her wiha qeyûmê Gimgimê zext li mela kir ku nimêja cenazeyê wî neke. Ma dê zarokên me van kiriyaran ji bîr bikin? Ka we digot em xwişk-bira ne, ka we digot em misilman in? Gelo misilmantiyeke wiha çawa dibe? Ev çi xwişk-biratiye ku îradeya kurdan bi qeyûman tê xespkirin? Di 1071’an de çawa em xapandibin, hewl didin hezar salên din jî me bixapînin. Lê îcar li dîwar qelibîn.”    Bakirhan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “ AKP dijbertiya kurdan dike û civakê ji hev parçe dike. Hewl dide hemû rengên civakê tune bike û bişibîne xwe. AKP tenê qeyûman tayîn anke, her wiha xizmeteke adilane û wekhev jî nake. Bawer bike gel êdî ji van bêzar bûye û ji wan nefret dike. Şaredarvaniya van jî mîna zîhniyeta wan e. Ji bo alîgirên xwe dixebitin lê guh nadin gel. Lê em ê dawî li vê zîhniyetê bînin. Deşta Mûşê, sêyemîn mezintirîn deşta Tirkiyeyê ye û dikare nîviya Tirkiyeyê têr bike. Baş e lê çima xelkê Mûşê bêkar û birçî ye? Ji ber ku welat baş nayê birêvebirin. Pere, qesr û keyf a wan e lê xizanî kirine para kedkar, kurd û bindestan.  Dixwazin aboriya herêmê tune bikin da ku kurd koç bikin û welêt bêkurd bikin.    JI BO FILISTÎNÊ DIGIRÎN LÊ BOMBEYAN LI ROJAVA DIBARÎNIN    Gelê kurd li Tirkiyeyê dersa demokrasiyê dide. Di salên 2000’î de ji me re digotin hûn nikarin bikevin parlamentoyê. Lê em niha sêyemîn mezintirîn partiya meclisê ne. Di wan salan de kê dizanî ku dê gelê kurd li Rojava şoreşê bikin û dê bo cîhanê bibe mînak. Em bihêz in û bawer bikin dê zext û girtîgeh birûxin. Heta ku em hêza xwe biparêzin, em ê di pêşerojê de bibin rêveberî. Ev roj gelek dûr nînin. Yên ku îro di bin navê olperestiyê de û nejidil bo Filistînê digirîn, li hêla din bombeyan li zarok, jin, ciwan û kalên Rojava dibarînin. Gelê me yê hêja, heta ku hûn li dijî kiriyarên van dernekevin dê ev her carê bêrêziyê li cenazeyên we bikin.    HILBIJARTINÊN RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ   Em xwedî kevneşopiyeke pir xurt in. Em ê li ser vê xakê bibin îktîdar. Dê dizîker û derewker li ser vê xakê nebin şaredar û divê nebin. Dê li xaka me qeyûm neyên tayînkirin. Li pêşiya me hilbijartin heye û divê em Mûşê bi dest bixin. Divê em xwe baş birêxistin bikin û lîstikên wan vala derxînin. Hewceye em sindoq û dengan baş biparêzin. Divê em li deriyê her kesî bidin.    EM Ê BERSIVÊ BIDIN DIJBERTIYA WAN A LI KURDAN    Ez çûm Portekîzê, Spanyayê û hûn biçin kîjan devera cîhanê, hûn dê wêneyên keç û xortên xwe yên Şoreşa Rojava pêk anîn bi dîwarên odeyên wan ve bibînin. Bêguman Mahîr, Denîz, Che, Fîdel girîng in lê dirûşma ‘jin, jiyan,a zadî’ ya ku keç, xwik-birayên me li Rojava berz kirin îro bûye dirûşma cîhanê. Xwişk û birayên gelê ku şoreş pêk anî divê Mûşê jî bistîne. Em ê bi vê yekê bersiva pêwîst bidin wan.    BERTEKA LI DIJÎ BINÇAVKIRINÊN LI BEDLÎSÊ   Li Bedlîsê 43 kes hatin binçavkirin. Hey bêwijdanîno hûn çawa nexweşên 75-80 salî digirin û bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ digirin? Hemû kes dizane ku li dijî gelê kurd polîtîkayên terorê dimeşînin.”    Piştî axaftinê, Bakirhan derbasî bajarokê Vartînîsê bû.