Di doza Eser de cezayê polîs hate daxistin 2023-11-29 13:06:44   STENBOL - Ciwanê kurd Erhan Eser li Stenbolê hatibû kuştin û doz hatibû vekirin. Polîsê bi navê Hamdî Karaca ku di dozê de tê darizandin û piştî bûyerê ji “FETO’yê” hatibû îxrackirin. Dadgehê cezayê Karaca daxist û kir 6 sal û 3 meh.    Ciwanê kurd ê bi navê Erhan Eser (23), di 28’ê adara sala 2022’yan de li Beylîkduzu ya Stenbolê bi îdiaya “guh neda hişyariya bisekine”, ji hêla polîsê bi navê Hamdî Karaca ve hatibû kuştin. Di doza qetilkirina Eser de biryar hate dayîn. Danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a li Edliyeya Bakirkoyê dest pê kir. Polîsê bersûc Karaca ku ji “FETO’yê” hatibû îxrackirin û bi sûcê “biqesdî kuştiye” tê darizandin û parêzerê wî di danişînê de amade bûn. Her wiha malbata Eser jî tev li danişînê bû. Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak jî doz şopand.    PARÊZER DEMÎREL: HEDEF HAT GIRTIN   Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî malbata Eser axivî. Malbatê xwest ku bersûc were cezakirin û îfadeyên xwe yên di rûniştinên berê de dubare kirin. Parêzerê malbatê Îshak Demîrel jî xwest ku bersûc ji sûcê “kuştina biqesdî” were cezakirin, heke ev yek neyê qebûlkirin jî divê bi sûcê “Kuştina biqesdî ya muhtemel” were cezakirin.    Demîrel, bi domdarî balkişand ser pêvajoya darizandinê û ev tişt anî ziman: “Di pêvajoya lêpirsînê de bersûc bi xwe mîna hêzên ewlekariyê delîl kom kir. Ev yek li dijî usûl û hiqûqê ye. Li vir li şahidan hate guhdarîkirin. Şahidên bûyerê 24 saetan di bin çavan de hatin ragirtin û piştre lê hate guhdarîkirin. Em çûn cihê keşfê û li cihekî bivîraj e. Mimkin nîne ku li wir gule berda bin tekerên pêş. Her wiha bersûc ji destpêkê heta niha dibêje gule berdane erdê. Lê belê di rapora ATK’ê de tê gotin ku gule li erdê neketiye. Di raporê de tê gotin ku gule di asta kuştinê de ye. Me cihê bûyerê lêkolîn kir. Bersûc dibêje ku ji ewil gule berdaye tekerê. Lê li cihê bûyerê wisa xuya dike ku yekser Eser hedef girtiye.”   Piştre jî li bersûc Karaca û parêzerê wî hate guhdarîkirin û wan jî got parastina xwe dubare dikin.    CEZAYÊ BERSÛC DAXISTIN   Şandeya dadgehê ji ber sûcê “bi qisûra bizanebûn mirov kuştiye” 7 sal û 6 meh cezayê hefsê da. Piştre jî bi îdiaya “bandora cezayî ya li ser pêşeroja bersûc”, ev ceza daxist 6 sal û 3 mehan. Her wiha biryar da ku şertê kontrola edlî ya derheqê Karaca de bidome.