Îrmez ê HEDEP'î: Heta ku tecrîd tê rakirin em ê nesekinin 2023-11-29 12:51:48   ŞIRNEX - Parlamenterê HEDEP’ê Zekî Îrmez diyar kir ku heta tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê rakirin dê gelê kurd nesekine û li ber xwe bide.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Qileban a Şirnexê 1’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Kongre, li avahiya rêxistina partiyê hat lidarxistin. Parlamenterê HEDEP’ê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez di kongreyê de axivî û bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.    Îrmez, diyar kir ku dewlet ji felsefeya Abdullah Ocalan ditirse lewma tecrîd dike û wiha got: “Roj bi roj vê tecrîdê girantir dikin. Em li vir careke din dibêjin; ev tecrîd nayê qebûlkirin. Heta ku ev tecrîd tê rakirin dê gelê kurd nesekine û li ber xwe bide. Du roj berê rêhevalên me yên li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kirin. Divê tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin. Ji ber ku heta tecrîd bidome, dê şer jî mezintir bibe. Kaos û alozî kûrtir dibe. Divê em piştgiriyê bidin vê greva birçîbûnê û têkoşînê mezintir bikin.”    Di hilbijartinê de Gulistan Yaman û Abdullah Gun weke Hevserokên HEDEP’a Qilebanê hatin hilbijartin.