Li Mêrsînê 6 kes hatin binçavkirin 2023-11-29 12:09:01   MÊRSÎN - Li Mêrsînê di serdegirtinên malan de 6 kes hatin binçavkirin û 5 kesên li Ceyhanê hatibûn binçavkirin jî hatin berdan.     Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ya bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” de polîsan li navenda bajêr bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de 6 kesên navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê.    LI CEYHANÊ 5 KES HATIN BERDAN    Li navçeya Ceyhan a Edeneyê jî di 27’ê Mijdarê de bi îdiayên "endamtiya rêxistinê" û “propagandaya rêxistinê” 5 kes hatibûn binçavkirin. 5 kesên sewqî Edliyeya Ceyhanê hatine kirin, piştî karûbarên îfadeyê yên li dozgeriyê hatin berdan.