Parêzerê rojnameger Ehmed: Tevî biryara dozgeriyê jî destûra hevdîtinê nadin 2023-11-29 11:46:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Parezerê rojnameger Silêman Ehmed ku 36 roj in tu agahî jê nayên girtin, Narîman Ehmed da zanîn ku dozgeriya Dihokê biryara hevdîtina bi miwekîlê wê re daye lê Asayîşa Dihokê vê biryarê nas nake û wiha got: “Ya ku asayîş û Parastin dike, derqanûntî ye.”    Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê cotmehê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê. Ehmed, di 25’ê cotmehê de xwest bi ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDK’ê ve hate revandin û ev 36 rojin agahî jê nayê girtin. Hefteyek piştî windabûna Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed rojnameger nîne.” Bi vê daxuyaniyê li xwe mikûr hat ku Ehmed ji hêla wan ve hatiye binçavkirin. Tevî hemû hewldanên parêzer û malbata Ehmed jî asayîş nahêle tu kes pê re hevdîtinê bike.    Parêzerê rojnameger Ehmed, Narîman Ehmed ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.    'DEMA JI ŞÎNA BAVÊ XWE VEDIGERIYA HATE BINÇAVKIRIN’    Narîman Ehmed da zanîn ku dozgeriyê biryara hevdîtina bi Ehmed re da lê Asayîşa Dihokê destûra hevdîtinê nade û wiha got: “Rojnameger Silêman Ehmed di 25'ê cotmehê de hate binçavkirin. Ji bo ku tev li şîna bavê xwe bibe derbasî Rojava dibe. Di vegerê de li Deriyê Sînor ê Sêmelkayê hate binçavkirin. Miroveke ku bi fermî derbasî Rojava bûye û bi awayeke fermî jî vegeriya başûrê Kurdistanê. Lê hatiye binçavkirin. Ji roja destpêkê heta niha gelek dezgehên navdewletî, aktîvîstên siyasî, dezgehên ragihandinê û rojnamevanan ji bo hevdîtinê hem serlêdan kirine hem jî ev rewş şermezar kirine. Lê tevî vê jî heta niha me tu agahî jê nestandine.”   ‘ASAYÎŞA DIHOKÊ BIRYARA DOZGERIYÊ BINPÊ DIKE’   Bi domdarî parêzer Ehmed diyar kir ku hefteyek piştre Asayîşa Dihokê bi daxuyaniyekê nîşan da ku ji hêla wan ve hatiye binçavkirin û ev agahî da: “Piştî vê daxuyaniyê, weke parêzer me jî serî li Dozgeriya Dihokê da. Piştre em li tevahiya Asayîşa Dihokê geriyan. Ji me re gotin; ‘Li vir nîne û hûn nikarin bi fermî dosyaya wî bibînin û hevdîtinê bi wî re bikin.’ Piştre em çûn gel dozgeriyê û me daxwaz kir ku Silêman bibînin. Dozgeriyê biryar da ku em hem dosyaya wî bibînin hem jî bi fermî bibînin. Lê Asayîşa Dihokê biryara dozgeriyê jî binpê kir û nehiştin em bibînin. Piştre ji me re gotin li vir nîne. Lê hikûmet dibêje li wir e. Kesên ku li gel wî di binçavan de mane wan agahî dane me ku Silêman Ehmed heta ku kîjan xurfê de jî tê girtin. Lê dîsa jî Asayîşa Dihokê destûr nade ku em biçin bibînin. Ev tiştê ku Asayîşa Dihokê dike, neqanûnî ye. Yek ji hinceta wan ew bû ku digotin,’hê betlane xelas nebûye.’ Lê tiştekî wisa tune ye. Li gorî qanûnên hikûmeta Iraqê û başûrê Kurdistanê, di nava çar seatan de keseke ku tê binçavkirin divê ku bi parezerê xwe re hevdîtinê bike.”   ‘YA KU TÊ KIRIN DERQANÛNTÎ YE’   Di berdewamê de parêzer Ehmed bi lêv kir ku di vê pêvajoyê de xwedîderketina li rojnameger Ehmed girîng e û axaftina xwe bi vê bangê bi dawî kir: “Em bang li hemû hêzên siyasî û rojnamegeran û sazî û dezgehên navneteweyî dikin ku vê bêhiqûqiyê ku PDK û asayişa wê dike bi dawî bikin. Divê vê bêhiqûqtiyê hem şermezar bikin hem jî daxwaz bikin ku di zûtirin demê de rojnameger Silêman Ehmed berdin. Heke ku sûcek kiribe jî divê ne asayîş, polîs bi vê meseleyê re eleqeder bin. Mafê asayîş û Parastinê nîne ku li ser dosyaya wî bisekinin. Heke ku sûceke mezin jî bike divê ku li gorî qanûnan tevbigerin. Ev 36 roj in tişta ku li dijî Silêman tê kirin derqanûntî ye.”   MA / Zeynep Durgut