Aydin ê 30 sal piştre hate berdan: Bi saya têkoşîna gelê xwe me xwe li ser pêyan girt 2023-11-29 10:40:14   ÎZMÎR  - Yûsûf Aydin piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan. Aydin, diyar kir ku ji ber hevalên xwe yên di girtîgehê de xemgîn e û wiha got: “Tişta ku em li ser pêyan digirt, têkoşîna gelê me bû.”    Yûsûf Aydin ku li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Şakran Alîaga ya Îzmîrê dihat ragirtin, piştî 30 salan di 19’ê mijdarê de hate berdan. Aydin, di 19’ê mijdara sala 1993’yan de li îzmîrê di encama serdegirtina malê de hate binçavkirin û girtin. Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Hewl dide beşeke xaka welat parçe bike” cezayê muebbetê li Aydin birî.    Aydin, di 32 saliya xwe de kete girtîgehê û di 62 saliya xwe de derket. Aydin, di sala 1961’ê de li gundê Kunîfir ê Stewr a Mêrdînê ji dayik bû. Ji ber zextên dewletê, di sala 1992’yan de tevî malbata xwe koçî Îzmîrê kir. Salek piştre (1993) jî hate binçavkirin û girtin. Li gorî rêzê, di girtîgehên Buca, Aydin, Bolu û Buca Kiriklarê de ma. Herî dawî jî ji Girtîgeha Tîpa T a Şakranê hate berdan.    15 PIRTÛK NIVÎSAND   Aydin, di girtîgehê de bi alîkariya hevalên xwe zimanê xwe yê dayikê pêş xist û hînî xwendin û nivîsandinê bû. Aydin, di girtîgehê de romaneke ku hêj nehatiye weşandin, 3 pirtûkên çîrokan û 11 pirtûkên helbestan nivîsand. Di vê pêvajoyê de hînî xêzkirina resman bû. Aydin, qala têkoşîna xwe ya li girtîgehê kir.    ‘TÊKOŞÎNA GEL EM LI SER PÊYAN GIRT’   Aydin, diyar kir ku li girtîgehê gelek aliyên mirovan didin zehmetiyê hene û ev tişt anî ziman: “Di van 30 salan de ez hîn bêhtir zelal bûm. Li rexekî di girtîgehê de yî li hêla din bi malbata xwe re nînî. Ev yek mirov dide zorê. Ji ber ku wê demê zarokên min biçûk bûn. Lê em şoreşger bûn û têdikoşiyan. Min tu ferq û cudahî nedixst navbera zarokên xwe û yên gelê xwe. Mirov bivê û nevê jî aliyekî mirov li wir dimîne. Lê têkoşîn wiha dimeşe. Hem ji bo min hem jî ji bo bi hezaran hevalên em bi hev re mayîn jî wiha bû. Têkoşîna gelê me kir ku em li girtîgehan xwe li ser pêyan bigirin.”    ZIMANÊ XWE YÊ DAYIKÊ PÊŞ XIST Û HÎNÎ HEVALÊ XWE KIR    Bi domdarî Aydin diyar kir girtîgeh ji gelek aliyan ve guherînê di jiyana mirovan de çêdike û wiha got: “Min li girtîgehê bi alîkariya hevalan zimanê xwe yê dayikê pêş xist. Piştre jî min hînî bi hezaran girtiyan kir. Ya ku mirov li ser pêyan digire jî tiştên mirov afirandine. Carnan difikirim û dibêjim; ‘ez li ku bûm, hatim ku derê.’ Ji hevalên xwe hîn bûm û piştre min hînî hin kesên din kir. Li bajarên mezin bêyî zanebûnek hebe em xebitîn û mezin bûn. Lê jiyana li girtîgehê em guherandin. Me ji ewil xwe nas kir. Me girtîgeh veguherandin dibistanan. Min li girtîgehê nedikariya du peyvan bînim cem hev. Lê niha 15 pirtûkên min hatine weşandin.”    PÊVAJOYA BÊÇARETIYÊ BI MIROV DIDE HÎSKIRIN: KOMPLO    Di berdewamê de Aydin got ku li girtîgehê pêvajoya herî zêde ew daye zorê û hesta bêçaretiyê bi wî daye hîskirin, bi komploya navneteweyî anîna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê bû û wiha qala wan rojan kir: “Wê demê ji bo me ne şev hebû ne jî roj. Li rexekî dixwazî hinek tiştan bikî û li rexa din tu di girtîgehê de yî. Bi hezaran hevalên me xwe feda kirin. Ez nikarim hestên xwe vebêjim lê bi rastî jî pêvajoyeke gelek zehmet bû. Bifikirin ku kesê hûn jinûveafirandî tê girtin... Girtin wî ji bo me giran hat. Li gel hevalan em her tim di nava hewldanan de bûn ku tiştekî bikin. Lê ji ber ku em di girtîgehê de bûn, dest û lingên me girêdayî bûn.”    HESTÊN DI DEMA TEHLIYEYÊ DE HÎS KIRIN   Aydin, qala kêliya dema ji girtîgehê derketî kir û ew kêlî wiha vegot: “Dema min zarokên xwe dîtî, ewqas keyfxweş bûm ku hindik mabû bifirim. Lê rexa din jî ji ber hevalên girtî xemgîn bûm. Wisa bawer dikim ku rojekê dê hemû heval bên berdan. Divê coşa me zêdetir be. Pergal, bi hemû saziyên xwe zextê dike. Ji ber rêziknameya înfazê ya di du salên dawî de binpêkirinên mezin tên jiyîn. Ji bo kesên 30 sal berê hatin girtin, rêziknameya du sal berê hatiye derxistin dixin meriyetê. Neheqiya mezin li vir derkeve holê. Girtiyên cezayê wan xelas dibin nayên berdan.”    REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ   Herî dawî jî Aydin bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha got: “Yek ji mezintirîn pirgirêka li girtîgehan, rewşa girtiyên nexweş e. Li girtîgehan bijîşk hene, revîr hene. Lê ji pirsgirêkên tenduristiyê re nabin bersiv, tenê dermanan dinivîsin. Divê girtiyên rewşa wan giran sewqî nexweşxaneyê bên kirin. Lê li wir astengiyan derdixînin. Dema diçin nexweşxaneyê jê re dibêjin; ‘pêlavên xwe derxîne’, “li pişt xwe bizivire’, ‘devê xwe veke’ û hwd. Anku ji bo nebin nexweşxaneyê bi hezaran hincetan derdixînin. Ev yek jî dike ku pirsgirêkên hevalên me girantir bibin. Weke mînak; li Şakranê pirgirêkên giran ên tenduristiyê yên hevalekî min hebûn. Dê bêjî qey li dijî girtiyên nexweş, cendirme, rêveberiya girtîgehê û bijîşkên li nexweşxaneyan li hev kirine. Divê li  ser van bê sekinîn û ji bo berdana girtiyên nexweş tiştek were kirin.”    MA / Delal Akyuz