Li Amedê 3 girtî hatin sewqkirin 2023-11-29 10:02:47   AMED - Li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê 3 girtî hatin sewqkirin.     Hat ragihandin ku 3 girtiyên li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê dihatin ragirtin sewqî girtîgehên cuda hatine kirin. Nehat zanîn bê ka girtî Yûsûf Bulga, Çeçen Kîlkaya û Dogan Ozbahçecî sewqî kîjan girtîgehan hatine kirin.