Kesên li Farqînê hatin binçavkirin hatin berdan 2023-11-28 11:18:39   AMED - 9 kesên li Farqînê hatibûn biçavkirin hatin berdan.    Duh li navçeya Farqîn a Amedê bi ser gelek malan de hatibû girtin û endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) jî di nav de bi giştî 9 kes hatibûn binçavkirin. Her 9 binçavkirî jî biribûn Midûriyeta Emniyetê ya Hezroyê û piştî îfadeyê hatin berdan.    Hat zanîn ku ji kesên hatibûn binçavkirin pirsên weke “Ji malbata we tu kes tev li PKK’ê bûye yan na? Dema sivîl an jî leşker dimînin hûn çi hîs dikin?” hatin kirin.