Nergîz a ku berdana wê salekê hatibû taloqkirin ji girtîgehê derket 2023-11-27 20:17:00   MÊRSÎN – Leyla Nergîz a ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê berdana wê salekê taloq kiribû, ji Girtîgeha Jinan a Tarsûsê derket.   Leyla Nergîz a ku cezayê wê di 30'yê Mijdara 2022'yan de temam bûbû, ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê berdana wê salekê hatibû taloqkirin. Nergîz a ku berê înfaza wê du caran hatibû şewitandin û di sala 2015'an de hatibû girtin, herî dawî de di Nîsana 2023'yan de ji ber ku ji bo pirsa "PKK rêxistineke terorî ye?" ya lijneyê gotibû "na" înfaza wê careke din hatibû şewitandin.   Nergîz îro ji Girtîgeha Jinan a Tarsûsê derket. Rêveberên TÛHAYDER û HEDEP'ê li ber girtîgehê Nergîzê pêşwazî kirin.