Egîtîm Sen: Tevî qedexeyê jî rêveberên AKP’î civînên xwe li dibistanan dikin 2023-11-27 14:46:43 WAN - Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Mûrat Atabay diyar kir ku rêveberên AKP’î bi hinceta 24’ê Mijdarê Roja Mamosteyan li dibistanan civînan li dar dixin û wiha got: “Li gorî qanûnan qedexe ye ku partiyên siyasî li saziyên perwerdeyê civînan lidar bixin.”  Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Wanê têkildarî rayedarên AKP’î yên ku bi hinceta 24’ê Mijdarê Roja Mamosteyan li dibistanan civînan li dar dixin, li avahiya sendîkayê daxuyanî da. Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Mûrat Atabay di daxuyaniyê de axivî û bertek nîşan da.    Atabay, diyar kir ku serokên hinek partiyên siyasî yên navçeyan bi hinceta 24’ê Mijdarê Roja Mamosteyan li navçeya Rêya Armûşê xebat meşandine û wiha got: “Ev yek ji giliyên bo me hatine û parvekirinên li ser medyaya dijîtal eşkere dibe. Bi çi hincetê dibe bila bibe, li gorî qanûnan qedexeye ku partiyeke siyasî bikeve saziyên perwerdeyê û li odeya mamosteyan civînê li dar bixe. Beriya niha jî heman tişt qewimî bû û me gotibû ku rêveberên cemaweriyê yên destûrê didin sûc dikin.”   ‘WALÎ JÎ TEV LI CIVÎNA SENDÎKAYÊ BÛ’    Atabay, axaftina xwe wiha qedand: “Li dibistanan li dijî kedkaran mobbîng tê kirin. Her wiha walî û midûrê perwerdeya neteweyî yê bajar tev li xebateke navxweyî ya sendîkayekê bûn. Divê ev kes bêalî bin lê bi vê hewldana xwe bêalîtiya xwe ji holê rakirine. Bi vê yekê re bi awayeke eşkere mobbîngê li kedkarên cemaweriyê dikin.”