Li Cizîrê zarokekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da 2023-11-27 14:22:32   ŞIRNEX - Hat îdiakirin ku du zarokên xwişkên hev ji bo xwekuştinê xwe avêtin Çemê Dîcleyê. Ji zarokan yek jê hate xelaskirin û ya din jî li ber avê ket û winda bû.   Hat îdiakirin ku xwişkên bi navên Z.Ç. a 16 salî û Z.Ç. a 17 salî îro di danê sibehê de ji bo xwe bikujin li Parka Melayê Cizîrî ya navçeya Cizîr a Şirnexê xwe avêtin Çemê Dîcleyê. Welatiyên ku bi rewşê hesiyan, bang li tîmên tenduristiyê kirin.    Welatiyan, zaroka 16 salî Z.Ç. ji çem xelas kirin lê xwişka wê ber çemî ket û winda bû. Piştî mudaxileya yekem a ji hêla welatiyan ve, zaroka ji avê hatiye derxistin birin nexweşxaneyê. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo Z.Ç. a 17 salî didomin.