Di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin 2023-11-27 11:12:29 NAVENDA NÛÇEYAN - Îro di danê sibehê de li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin û gelek kes hatin binçavkirin.  Îro di danê sibehê de li navçeya Ceyhan a Edeneyê bi ser gelek malan de hate girtin. Di encama serdegirtinan de Ahmet û Şerîf Bahadir jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.    OSMANIYE   Di encama serdegirtinên malan ên li Osmaniyeyê de jî Berdevkê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Bajar Îsmaîl Esen û Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ê Bajar Muslum Çagan hatin binçavkirin. Hat zanîn ku Çagan û Esen birin Midûriyeta Emniyetê ya Osmaniyeyê.    RIHA Û DÎLOK   Li Taxa Yenîce ya navçeya navendî ya Rihayê Eyyubiyeyê jî polîsan bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de Mahmût Înanç (18) hate binçavkirin û birin Şaxa TEM’ê. Sedema binçavkirina Înanç bi malbatê re nehat parvekirin.    Di heman demê de polîsan li Taxa Karacaoglan a navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê jî bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de Endamê Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê Abdurrahman Elmas (26) hate binçavkirin. Sedema binçavkirina Elmas nehat zanîn.    AMED   Li navçeya Farqîn a Amedê jî polîsan di danê sibehê de bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de herî kêm 6 kes hatin binçavkirin. Dibe ku Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin derbasî Midûriyeta Polîsan a Farqînê hatin kirin. Sedema binçavkirinan nehat zanîn.    Navên çend binçavkiriyan wiha ne: Mizbah Mûnar, Kenan Kaydû, Abdullah Arşîment, Hasan Yanik, Veysî Soliyaz û Farûk Koday.    KOCAELÎ   Îro di danê sibehê de polîsan li navçeya Gebze ya Kocaeliyê jî bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de Muhammet Zaman, Taner Aslan û Kadîr Ankay hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û tê payîn ku hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.