Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin 2023-11-27 09:36:37   ŞIRNEX -  Li Şirnexê 14 herêm weke “Herêmên ewlehiya taybet a demkî” hatin ragihandin.    Ji bo 14 herêmên girêdayî navenda Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîr, Silopiya, Qileban, Basa û Elkê ji bo 15 rojan biryara “Herêma ewlehiya taybet a demkî” hate ragihandin.    Walîtiya Şirnexê eşkere kir ku herêmên Çiyayê Cûdî, Besta, Çiyayê Kûrt, Kûreşîn, Girê Karaçali, Kela Memê, Newala Serîn, Girê 2088 Rk. herêma Kuçuk Sû, herêmên Çiyayê Gabar, çiyayên Kato Marûnis û Kato Jîrka, herêmên Dulê û Tenînê, di navbera 27’ê mijdarê (ev roj jî di nav de) û 11’ê kanûnê (di nav de ye) de ji bo 15 rojan weke “Herêmên ewlehiya taybet a demkî” hatine ragihandin.