ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2023'YAN 2023-11-27 09:00:12     * Derhêner û şanoger Nazmî Karaman ku dê promiyera lîstika xwe ya bi navê “Çinûr” bike destnîşan kir ku şanoya kurdî piranî li ser komediyê derbas dibe û ji bo lîstika xwe ya nû wiha got: “Çîrokeke kurdî ye û me xwest îcar bi cureya dramê û yekkesî be.”    * Hevşaredara Qereyaziyê ya berê Zeynep Han Bîngol ku nayê berdan, diyar kir ku "poşmanîtî" li wan tê ferzkirin û got ku jiholêrakirina vê bêhiqûtîyiyê bi têkoşîna hevpar pêkan e.    * Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci ya diyar kir ku xebatên dikin bi xweşiya tu hikumetan naçin û wiha got: "Ji bo me ji peywirê bigirin doz li me hate vekirin. Gelek derhiqûqtî tê de hene. Em bi tu deran ve naçin."   * Berdana girtiya bi navê Sûdan Guven cara duyemîn hate taloqkirin. Dayika Guven, Gulistan Guven bertek nîşan da û wiha got: "Keça min birine girtîgeheke dûr. Ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê ev 9 sal in nikarim biçim serdana wê."   * Serokê Baroya Amedê Nahît Eren bal kişand ser kêmasiyên di cînayeta Tahîr Elçî yên weke dîmenên winda, nekirina keşfê, dereng amadekirina îdianameyê, guhdar nekirina Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglû û îfadeyên derew û got ku “Dilsariya ku ji roja ewil ve ji bo ronîkirina vê kuştinê heye, hîna jî didome.”   * Rojnamevanên hilbijartinên Meclisa Bajêr a Iraqê û Parlamentoya başûrê Kurdistanê nirxandin, bal kişandin ser girîngiya her du hilbijartinan.    * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bidome. (10.00)   * Rêxistina HEDEP’a Amedê dê têkildarî serlêdanên ji bo bernamzetiya  hilbijartinê rêveberiyên herêmî li avahiya xwe daxuyaniyê bide. (12.00) ZINDÎ   * Rêveberên TMMOB û TTB’ê dê Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan li Navenda Giştî ya HDP’ê ziyaret bikin. (14.00-17.00)