Li Zap û Avaşînê 3 leşker mirin 2023-11-27 08:56:39 NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama pevçûnên li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Federe ya Kurdistanê de 3 leşker mirin û 2 jî birîndar bûn.  Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Hat ragihandin ku li herêmên navborî şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Di encama pevçûnên li Zap, Avaşîn û Metînayê de berbaz Necdet Çaliş û leşkerên bipeyman Emrah Gunduz û Fevzî Kiziltaş hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.    Wezareta parastinê ya dewleta tirk têkildarî mijarê daxuyanî da û ragihand ku di pevçûnan de 3 leşker hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.