Bozan: Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe gelê me azad nabe 2023-11-26 22:17:51   EDENE - Parlamenterê HEDEP’ê Alî Bozan ê di aktîvîteyeke li Edeneyê hate kirin de axivî, wiha got: “Heta ku Rêberê Gelê Kurd azad nebe, gelê me nikare azad bibe. An em ê tecrîdê bişikînin an em ê bişikînin.”   Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwariyan re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) û Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Akdenîzê (AYKAY-DER) li oteleke navçeya Seyhan a Edeneyê ji bo piştevaniyê xwarinek amade kir. Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sûltan Ozcan û parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Alî Bozan û gelek kes beşdarî xwarinê bûn. Bi kurdî û tirkî pankartên “Ji birêz Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” , “Tecrîdê bi dawî bikin, ji şer re na” , “Dawî li tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bînin” û “Şewitandina înfazan bi dawî bikin ji girtiyên nexweş re azadî” li eywanê hatin daliqandin.    ‘EM Ê BI TÊKOŞÎNÊ SERBIKEVIN’     Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Karakiş ê di xwarina piştevaniyê de axivî, diyar kir ku pergal bi înkar û îmhaya gelê kurd xwe dide jiyîn û destnîşan kir ku dê li dijî vê polîtîkayê têbikoşin û serbikevin. Hevjîna xebatkarê Azadiya Welat Qedrî Bagdû yê di 14’ê cotmeha 2014’an de li Taxa Ova ya semta Şakîrpaşa ya navçeya Seyhan a Edeneyê ji aliyê DAIŞ’iyan ve hate qetikirin, Şemsa Bagdû jî wiha got: “Heta ku serokê me azad nebe em jî azad nabin.”    ‘EM AZADIYA OCALAN DIXWAZIN’     Parlamenterê HEDEP’ê Alî Bozan ê herî dawî axivî jî wiha got: “Heta ku birêz Ocalan azad nebe em nasekinin, em têkoşîna xwe bidomînin. Heta ku hevalên me yên girtî azad nebin em ê têkoşîna xwe bidomînin. 24 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tecrîd didome. Nêzî 3 meh in partiya me dest bi çalakiyekê kiriye. Ev çalakî ne tenê ji bo rakirina tecrîdê ye, ev xbebat ji bo azadiya birêz Ocalan e. Li gorî qanûnên Tirkiyeyê ev ne sûc e. Kes nikare vê bike sûc. Hûn dikarin bi rehetî li malên xwe, li kuçe û taxan azadiya birêz Ocalan bixwazin. Ji bo vê em sozekê didin gelê xwe; li Meclîsê em ê li ser navê gelê xwe daxwaza azadiya birêz Ocalan bikin. Heta ku Rêberê Gelê Kurd azad nebe, gelê me nikare azad bibe. An em ê tecrîdê bişikînin an em ê bişikînin.”