Demîrtaş ji bo bîranîna Tahir Elçî stranek çêkir 2023-11-26 15:42:10   ENQERE - Selahattîn Demîrtaş ji bo bîranîna Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî ku 8 sal berê hatibû qetilkirin, stranek çêkir.    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin, ji bo bîranîna Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî yê di 28’ê mijdara sala 2015’an de li ber Mînareya Çarling a li navçeya Sûr a Amedê hatibû qetilkirin, stranek derxist. Gotinên stranên aydê Demîrtaş in û navê “Ji bo Elçî Zêmar” lê hatiye kirin. Strana behsa xeberê ji hêla Mercan Argunaga ve tê strîn. Argunaga ku ji Êlihê ye, demekî dirêje bi muzîkê re mijûl dibe û di heman demê de parêzer e.    Stran, dê di 27’ê mijdarê saet 20.30’an de cara ewil li ser kanala YouTube’yê ya Mercan Argunaga ya bi navnîşana youtube.com/@mercanargunaga were weşandin.