‘Heya Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome’ 2023-11-26 14:49:56   RIHA - Parlamenterê HEDEP’ê Omer Ocalan destnîşan kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn temînata aştiya mayînde ye û wiha got: “Heta ku birêz Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad dibe dê têkoşîna me bidome."   Rêxistinên navçeyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ên Pirsûs û Serêkaniyê 1’emîn kongreyên xwe yên asayî li dar xistin. 1'emîn Kongreya Asayî ya HEDEP'a Pirsûsê li avahiyê partiyê hat lidarxistin û gelek kes tev li bûn. Li eywana kongreyê pankarta “Ji birêz Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” hate daliqandin.    Kongre, bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî endamê Meclisa Partiyê (PM) Îzzet Karadag axivî. Karadag, bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da û wiha got: “Ocalan temînata aştîya mayînde ya Rojhilata Navîn e. Neşikandina tecrîda heya niha, bila bibe rexnedayîna me. Heta ku tecrîd bi dawî dibe û birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad dibe dê têkoşîna me bidome."     ‘EM Ê RÊYA 3’YÊMÎN XURT BIKIN’   Parlamenterê HEDEP'ê yê Rihayê Omer Ocalan jî destnîşan kir ku ji bo siyaseta demokratîk, berdêlên giran hatine dayîn û ev tişt anî ziman: "Rêya 3’yêmîn ji bo me gelek girîng e. Li Tirkiyeyê 2 rê hene û paradîgmaya birêz Ocalan jî rêya 3’yemîn e. Divê em girîngiya rêya 3’yemîn qet ji bîr nekin. Divê em rêya 3’yemîn xurt bikin. Ji ber azadiya me di vê rêyê de ye.”    ‘PIRSÛS BÛ KOBANÊ’   Ocalan, bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind a têkildarî kurtenavê HEDEP’ê da û ev tişt anî ziman: "Gelek partiyên me bi awayekî derhiqûqî hatin girtin. Bêguman dê di nava navê partiya me de aştî, azadî, demokrasî û wekhevî hebe.”   HEVSEROKÊ NÛ HATIN HILBIJARTIN    Piştî axaftinan di kongreyê de hilbijartin hate kirin û ji bo hevsrokatiya rêxistina HEDEP’a Pirsûsê Salîh Ogûz û Nazli Bînîcî hatin hilbijartin.    ‘OCALAN AZAD NEBE KES AZAD NÎNE’   HEDEP'a Serêkaniyê jî 1'emîn Kongreya Asayî li avahiya xwe li dar xist. Parlamenterê HEDEP’ê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, Platforma Ked û Demokrasiyê, nûnerên DBP û gelek kes tev li kongreyê bûn. Di kongreye de Hevserôkê DBP’a Rihayê Vahît Akgun bale kişand ser tecrîda li Îmraliyê tê meşandin û wiha got: "Hevdîtina Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hamîlî Konar, bi awayekî sîstemantîk û bêyî sedem nîşandanê tê astengkirin. Heya ku azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan neyê mîsogerkirin, bila kes nebêje ez azad im. Heta ku tecrîd bi dawî dibe û birêz Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome.”   ‘DERVEYÎ SERKEFTINÊ VEBIJÊRK TUNE NE’   Parlamenterê Rihayê Ferît Şenyaşar jî bal kişand ser hilbijartinên herêmî yên nêz dibin û wiha got: “Serkeftin ne tenê bidestxistina şaredariyan e. Hêviya gelê me mezin e û ji bilî serkeftinê tu vebijêrkeke me ya din nîne. Bi hezaran hevalên me ji ber ku siyaset kirin îro dîlgirtî ne. Divê em bi serkeftina hilbijartinan rê li ber azadiya wan vekin. Barê me giran e û ji niha ve ji bo hemû hevalên tên hilbijartin serkeftinê dixwazim.”   Piştî kongreya bi yek listeyê hatiye lidarxistin, ji bo hevserokatiya navçeya Serêkaniyê Hîznî Kilinç û Zekiye Saglam hatin hilbijartin.   Kongre bi gotina stranan û gerandina govendê bi dawî bû.