Ji ber ku 'poşman' nebû nehat berdan 2023-11-26 09:05:46   ÎZMÎR - Abdulbarî Yildirim ê 61 salî ku 30 sal in girtiye, ji ber ku ferzkirina "poşmanîtiyê" qebûl nake nayê berdan. Hevjîna wî Hanim Yildirim xwest dawî li vê bêhiqûqîtiyê bê.    Girtiyê siyasî Abdulbarî Yildirim ê 61 salî ku di Girtîgeha Hejmara 2 ya Tîpa T a Şakrana Îzmîrê de, cezayê muebedê lê hatiye birîn temam kiriye lê hê jî nehatiye berdan. Yildirim ku diviyabû di 15'ê mijdarê de bihata berdan, Lijneya Îdare û Çavdêriyê "poşmanîtî" lê ferz kir. Yildirim ê ku "poşmanîtî" qebûl nekir, berdana wî ji aliyê lijneyê ve heya 6 mehan hat taloqkirin.    Yildirim di 15'ê mijdara 1993'yan de li Îzmîrê hat girtin û Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya "xerakirina yekpareyiya dewletê" cezayê muebedê lê birî.    DI LÎSTEYA GIRTIYÊN NEXWEŞ DE YE   Ji ber îşkenceya giran a di binçavan de hemû diranên Yildirim weşiyan. Yildirim ku di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye, nexweşîna made, faranjît, mîgren, fitiq û tansiyona zêde pê re heye.    Hevjîna wî Hanim Yildirim bertek nîşanî neberdana hevjînê xwe da û got ku ya tê kirin bêhiqûqîtî ye.    Yildirim anî ziman ku neberdana hevjînê wê yê ku gelek nexweşîn pêr e hene bêhiqûqîtî û kêfî ye û got: "Em li bendê bûn ku bê berdan û em wî tedawî bikin, lê înfaza wî hat taloqkirin. Cezayê wî qediyaye, lê nayê berdan. Dê, bav, zarok, xwişk û bira li benda wan in, lê ew bi kêfî înfaza wan taloq dikin."   ‘ZILM Û BÊHIQÛQÎTÎ'   Yildirim, ku rewşê wekî "zilm û bêhiqûqîtiyê" pênase kir, destnîşan kir ku ev polîtîka tenê ne li hemberî hevjînê wê, li hemberî gelek girtiyan tê sepandin û got: "Di çûnhatina nexweşxaneyan de bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Xweşikî dermanên wan nadin wan. Gava em ji bo hevdîtinê diçin, dibêje 'ji ber ku guatr di qirika min de heye ez bênefes dimînim, xew bi navê min nakeve. Ji ber fitiq bi min re heye nikarim rabim ser xwe.' Divê ev neheqî û zext bi dawî bibin."    Keça wî Turkan Yildirim jî destnîşan kir ku taloqkirina înfaza girtiyan polîtîkayeke dewletê ye û got: "Birayê min, nexweşînên wî yên giran hene. Ne garantî ye ku dê di vî şeş mehî de sax bimîne. 30 salan di girtîgehê de maye û di pêvajoyên dijwar û îşkenceyên giran re derbas bûye. Lê hê jî wî bernadin. Ev bêwijdanî ye."    Yildirim, diyar kir ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê bi taybetî ji bo şewitandina înfaza girtiyên siyasî hatiye avakirin û xwest rojek berî rojekê dawî li vê kêfîtiyê bê û hemû girtiyên înfaza wan hatiye taloqkirin bên berdan.    MA / Delal Akyuz