Meteorolojiyê ji bo 67 bajaran hişyarî kir 2023-11-26 08:58:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo 67 bajaran bi kodên zer û torincî hişyar kir. Midûriyetê got ku li benda baraneke zêde û bagerê ne.    Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) ji bo 67 bajaran bi kodên zer û torincî hişyarî kir. Hat ragihandin ku dê li seranserî welêt baran û berf bibarin û li bajarên herêmên rojhilatê Marmarayê, Ege, Behra Spî, Behra Reş, Antoliyaya Navîn, rojavayê Bakurê Kurdistanê û li bajarên Dîlok, Kîlîs û Semsûrê jî baraneke zêde bibare.    GERMAHIYA HEWA   Meteorolojiyê da zanîn ku dê li seranserî welêt pileya germahiyê bikeve û li herêmên Marmara, Ege, Behra Spî, Anatoliyaya Navîn, Behra Reş û Bakurê Kurdistanê baraneke zêde bibare û bager rabin. Bajarên ji bo wan hişyarî hatine kirin ev in: “Edene, Semsûr, Afyonkarahîsar, Amasya, Enqere, Antalya, Artvîn, Aydin, Balikesîr, Bîlecîk, Çewlig, Bolu, Burdur, Bursa, Çanakkale, Çankiri, Çorum, Denîzlî, Edîrne, Xarpêt, Erzîngan, Erzirom, Eskîşehîr, Gîresun, Gumuşhane, Hatay, Isparta, Mêrsîn, Îstanbul, Îzmîr, Qers, Kastamonu, Kayserî, Kirklarelî, Kirşehîr, Kocaelî, Konya, Kutahya, Meletî, Manîsa, Mereş, Mugla, Nevşehîr, Nîgde, Ordu, Rîze, Sakarya, Samsun, Sînop, Sêwaz, Tekîrdag, Tokat, Trabzon, Dêrsim, Uşak, Yozgat, Zonguldak, Aksaray, Bayburt, Karaman, Kirikkale, Bartin, Erdexan, Yalova, Karabuk, Osmaniye û Duzce.”   Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya jî ji ber baran-berf û bagera îro welatî hişyar kir.