Rûniştina F: 43 jinên girtî yên nexweş têkoşîna jiyanê didin 2023-11-25 16:12:00   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê di 609’emîn “Rûniştina F” yê de destnîşan kir ku 43 jinên di girtîgehên Herêma Marmarayê de tên ragirtin, têkoşîna jiyanê didin.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê “Rûniştina F” a 609’emîn a vê heftê li dar xist. Di rûniştina vê hefteyê de bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê, ser rewşa girtiyên nexweş Fatma Tokmak û Tenzîle Acar ên di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê û Ozge Ozbek a di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de tên ragirtin hat sekinin. Di çalakiya li pêşiya avahiyê navçeya Beyoglû ya Stenbolê hatiye lidarxistin de, pankarta “Tedawî maf e, nayê qedexekirin”, “Dawî ji Tundiya Dijî Jinan” û “Jinên Girtî yên Nexweş Bila Bên Berdan” hatin vekirin. Gelek parastvanên mafan û xizmên girtiyan tev li çalakiyê bûn.    Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Meral Nergîs Şahîn detnîşan kir ku nexweşiyên bêhnçikî, romatizma, dil, û hîpertansiyonê li Fatma Tokmalê peyda bûne û got: “Tevî ku Saziya Tipa Edlî (ATK) van nexweşiyan tespît kiriye jî rapora ku ‘Dikare di girtîgehê de bimîne’ dide. Ev rewş ji bo jiyana Fatma Tokmak xetere ye.”    ‘OZBEK NÊZÎ MIRINÊ DIBE’   Şahîn agahiyên hevjînê Ozge Ozbek a di Girtîgaha Jinan a Sîncanê de tê ragirtin, bi komeleya wan re parve kiriye, ragihand û got: “Divê ji ber ûrê di mêjiyê xwe de, dîsa emeliyat bibe. Bijîşk dibêjin divê li nexwşxaneyeke baştir de were emeliyatkirin, nexwe xetereya mirina wê heye. Tevî ku rapora ‘Nikare li girtîgehê bimîne’ dane wê, ATK raporeke berovajiyê vê amade kir. Ji ber nexweşiya xwe, bihîstina wê jî kêm bû. Her ku Ozge di girtîgehê de dimîne gav bi gav nêzî mirinê dibe.”   REWŞA TENZÎLE ACAR    Şahîn agahiyên malbata Tenzîle Acar bi komeleya wan re parve kiriye, ragihand û wiha axivî: “Nexweşa zerikê ye. Herwiha gumana penceşêrê heye û divê biyopsî were kirin. Lêbelê dema ku dibin nexweşxaneyê muaneya bikelemçe lê ferz dikin. Ji ber vê yekê bi piranî muayene nabe. Encamên tetkîkên tên kirin jî pê re nayên parvekirin. Tevî ku nexweş e bi awayekî keyfî ‘cezayên disîplîn û hucreyê’ didin. Ji ber cezayeke hefteya borî dabûnê, 10 rojan di qawîşa yekkesî de hat ragirtin.”   43 JINÊN NEXWEŞ GIRTÎ NE   Şahîn jinên nexweş ên di girtîgehên Herêma Marmarayê de tên ragirtin parve kir û got "Ozge Ozbek, Tenzîle Acar ve Fatma Tokmak, Aysû Bakkal, Aysûn Şahîn, Ayfer Ayçîçek, Besê Ozer, Dîren Yaşa, Fadîme Coşar, Fatma Demîr, Gulîstan Abdo, Guneş Tekîn, Havva Ak, Mesûde Pehlîvan, Saîme Afşîn, Seval Yaprak, Şukran Avşar, Yasemîn Karadag, Zelîha Bûlût, Dîlek Oz, Elîf Yaş, Laleş Çelîker, Sureyya Bûlût, Bûrcû Çinar, Cemray Baş, Denîz Tepelî, Derya Moray, Gonul Erdogan, Helîn Oncu, Îpek Cîgredaş, Lorîn Înanç, Nazli Çatpinar, Nîhal Altûntaş, Nûrhan Yilmaz, Ozlem Taşdemîr, Ozlem Yavûz, Selma Ustundag, Serpîl Cabadan, Sevgî Saymaz, Songul Yildirim, Şîvekar Ataş, Şukran Aydin, Turkan Îpek, Yelîz Turkmen ve Zeynep Genlîoglû jî di nav de bi giştî 43 jinên nexweş di girtîgehên Herêma Marmarayê de têkoşîna jiyanê didin.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Bila girtiyên nexweş werin berdan” bi dawî bû.