ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên jin: Demildest berdin 2023-11-25 14:42:38   ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di Roja 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan de bal kişand ser jinên nexweş ên di girtîgehên di Anatoliya Navîn de tên ragirtin û xwest girtiyên nexweş werin berdan.     Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 481’emîn de çalakiya xwe ya ji bo balê bikişinin ser rewşa girtiyên nexweş, vê hefteyê jî domandin. Endamên Înîsiyatîfê yên li pêşiya avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (İHD) a Enqereyê hatine cemhev, pankarta “Tedawî maf e, nayê astengkirin, Bila girtiyên nexweş werin berdan” vekirin.    Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dîjî Tundiya li Ser Jinan a Navnetewî, di çalakiya vê hefteyê de ser rewşa girtiyên nexweş ên jin hate sekinîn.    Daxuyaniya vê heftê Hevberdevka Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen da. Çevîrmen, destnîşan kir girtiyên nexweş û girtiyên nexweş ên giran ji ber înfazên wan tên taloqkirin nayên berdan û lijneyên girtîgehan ên îdare û çavdêriyê, mafên girtiyan ên berdana bi şertê kontrola edlî binpê dikin.    Çevîremen diyar kir ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê 16, li Girtîgeha Jinan a Kayseriyê 16, li Girtîgehên Anatoloya Navîn bi giştî 32 jinên girtiyên nexweş hene. Di berdewama daxuyaniyê de Çevîrmen nav û nexweşiyên girtiyên jin ên nexweş parve kirin.    BANGA BERDANA LEZGÎN    Çevîrmen, xwest ku hemû kontrolên tenduristiyê yên girtiyên nexweş bêyî tedawiya wan navber bê dayîn bên kirin û ev bang li rayedaran kir: “Divê girtiyên nexweşên giran ku tedawiya wan nikare bê kirin demildest bên berdan. Divê mûayeneya bi kelemçe û sewqkirina rîngên yek kesî ku li dijî rûmeta mirovahiyê ne bên bidawîkirin. Divê li girtîgehên tîmên tenduristiyê yên bi lezgînî mudaxileyê dikin hebin û divê derxistin revîrê û sewqên nexweşxaneyan bên lezandin.”