33 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: 475 serlêdan bê encam man 2023-11-25 09:01:54   STENBOL - Agahînewergirtina ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 33 meh li dû xwe hiştin. Ji 25'ê Adara 2021'ê heya niha 475 serlêdanên hatine kirin jî bê encam mane.    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 24 sal in di Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê de di şert û mercên tecrîdeke giran de ye û Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konarê li Îmraliyê, 33 meh in agahî nayê girtin. Mafê hevdîtina bi malbatê û parêzeran ên Abdullah Ocalan û girtiyên din re, bi "cezayên dîsîplînê" yên bi awayekî sîstematîk wekî hincet tên nîşandan, tê astengkirin.    Parêzer herî dawî di 7'ê Tebaxa 2019'an de piştî greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê hatibû destpêkirin, hevdîtin bi Abdullah Ocalan re çêkiribûn.    Abdullah Ocalan û Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar herî dawî di 12'ê Tebaxa 2019'an de hevdîtin bi malbatên xwe re kirin. Ji wê rojê heya niha daxwazên hevdîtinê yên malbatan ya bê bersiv hatine hiştin an jî bi îdiaya cezayên dîsîplînê hatine redkirin. Piştî 21 salan Abdullah Ocalan cara ewil di 25'ê Adara 2021'ê de bi rêya telefonê hevdîtin bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kir, lê ew hevdîtin jî di nîvî de qut bûbû. Ji wê çaxê heya niha tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin.    475 SERLÊDAN BÊ ENCAM MAN   Li Îmraliyê tecrîda mutleq ku di lîteratura navneteweyî de wekî "incommunicado" yê binavkirin, bênavber didome û hewldanên ji bo hevdîtinê yên malbat û parêzeran jî didomin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê û malbat, her hefte ji bo hevdîtinê hem serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hem jî i Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dixin. Ji 25'ê Adara 2021'ê ku herî dawî di vê demê de hevdîtin bi Abdullah Ocalan re hatibû kirin, 330 serlêdanên parêzeran û 145 serlêdanên malbatan hatine kirin. Lê belê hemû serlêdan an bêbersiv hatin hiştin an jî bi "cezayê dîsîplînê" ku hinceta wê nayê nîşandan, hatin astengkirin.    BIRYARA QEDEXEKIRINA PARÊZERAN A NÛ   Piştî serlêdana parêzeran a ji bo hevdîtinê, di 31'ê Cotmeha 2023'yan de hat diyarkirin ku 6 mehan cezayê hevdîtina bi parêzeran re hatiye dayîn.    BI SEDAN KES BER BI GEMLÎKÊ VE MEŞIYAN   Her wiha ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê jî di çarçoveya pêngava "Azadî ji Abdullah Ocalan, çareserî ji pirsgirêka kurd re" de li seranserê cîhanê çalakî didomin. Di vê çarçoveyê de herî dawî di 18-19'ê Mijdarê de li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi pêşengiya gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl, ber bi navçeya Gemlîk a Bûrsayê ve Meşa Azadiyê hat lidarxistin. Tevî hemû astengiyan jî girse xwe gihand Gemlîkê û di daxuyaniya xwe ya li vir de banga ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û rakirina tecrîda li ser wî û bi awayekî demokratîk çareserkirina meseleya kurd hat kirin.    HEDEP'Ê SERÎ LI WEZARETA DADÊ DA   Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan û parlementer, têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan 2'yê Mijdarê de daxuyanî dan û piştî vê daxuyaniyê bi daxwaza hevdîtinê serî li Wezareta Dadê dan.  Di daxwaznameya serlêdanê de, hat xwestin ku demildest divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin.    MA / Îbrahîm Irmak