Cenazeyên endamên YJA-Starê piştî 143 rojan hatin veşartin 2023-11-25 08:03:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyê endamên YJA Starê Şekirnaz Kaplan û Emîne Kaplan ên ku li çoltara Mêrdînê jiyana xwe ji dest dabûn, piştî 143 rojan li bajarên wan di bin dorpêça leşker û polîsan de hatin veşartin.    Di 4’e Tebaxê de li Çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di bombebarana pêk hatibû de endamên YJA-Starê Leyla Gulcu (Dîcle Eylem), Şekirnaz Kaplan (Gulbahar Mercan) û Emîne Kaplan (Eylem Munzur) jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên her sê endamên YJA-Starê, piştî 143 roj şûn de duh radestî malbatên wan hatin kirin.    WECÎBEYÊN OLÎ ASTENG KIRIN    Cenazeyê Kaplanê, li gundê Tilmis ê navçeya Xîzan a Bedlisê hate veşartin. Malbat di rê de li gelek cihan bi astengiya leşker û polîsan re rû bi rû ma. Bicihanîna wecîbeyên olî û şûştina cenaze li gundiyan hate astengkirin. Tevlibûna bi sedan kesên ji bo definkirinê hatin bahev, hate astengkirin. Destûr hate dayîn ku tenê ferdên malbatê tev li merasîma cenaze bibin.    GELEK KES BEŞDARÎ MERASÎMÊ BÛN   Cenazeyê Emîne Kaplanê jî li goristana taxa Petrol a Êlihê hate veşartin. Malbata Kaplanê di ketina goristanê de bi astengkirina polîsan re rû bi rû ma. Bi sedan kesên ji bo merasîma cenaze kom bûn hatin dorpêç kirin. Li ser israra girseyê hin kesan karîn tev li merasîmê bibin. Girseyeke qelebalix jî derveyî goristanê sekinî. Bi hinceta "ewlehiyê" destûr nehate dayîn ku rojnamevan merasîmê bişopînin. Cenazeyê Kaplan bi şîn û girî hate veşartin.