Parlamenterên HEDEP’î: Deynê qeyûmê Wanê nêzî 2 milyar TL’an bû 2023-11-24 13:01:16   WAN - Parlamenterên HEDEP’î diyar kirin ku deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin nêzî 2 milyar TL’an bûye û têkildarî nelirêtiyên di rapora Dîwana Çavdêriya Darayî de hatine tespîtkirin pêşnûme dan Meclisê.    Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ên Wanê têkildarî nelirêtî û bêusûliyên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, pêşnûmeya lêkolînê dan Meclisê. Di pêşnûmeyê de parlamenteran bal kişandin ser rapora Dîwana Çavdêriya Darayî û diyar kirin ku di raporê de gelek bêusûlî hatine tespîtkirin.    Di pêşnûmeyê de hat destnîşankirin ku deynê şaredariyê nêzî 2 milyar TL’an bûye û ev tişt hatin gotin: “Di tabloyên darayî yên Dîwana Çavdêriya Darayî de hatiye diyarkirin ku diviya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di nava salekê de nêzî 209 milyon TL deynê xwe dabûya û li gel deynên din, ji serê sala 2023’yan ve deynê şaredariyê nêzî 2 milyar TL’an bûye. Li gorî rapora Dîwana Çavdêriya Darayî, Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di sala 2022’yan de nêzî 3 milyar TL’an bûdçe bi kar aniye, 40 milyon TL deynê faîzê daye, di nava salekê de bi navên cuda nêzî milyarek deyn kiriye û şaredarî di wergirtina pereyê xwe de bi ser neketiye.”    ‘BÊUSÛLÎ BERDEWAM IN’   Di pêşnûmeyê de hat diyarkirin ku mewzûata îhaleyê hatiye binpêkirin û îhaleyên derqanûnî hatine kirin. Bi domdarî hat gotin ku divê têkildarî van bêusûliyan lêkolîn were kirin û ev tişt hatin destnîşankirin: “Tevî bêusûliyên ji hêla Dîwana Çavdêriya Darayî ve di salên 2020 û 2021’ê de hatibûn tespîtkirin jî qeyûmê Wanê tu sererastkirin nekiriye û heman bêusûlî domandiye. Di hesabên Bîlançoyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de di sala 2020’an de 103 milyon, di sala 2021’ê de 89 milyon û di sala 2022’yan de jî milyarek û 88 milyon TL deynê krediyê heye. Divê sedema vê bi raya giştî re were parvekirin. Divê temamiya çavkaniyên cemaweriyê û deynên di navbera salên 2017-2023’yan de ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve hatine kirin bi raya giştî re bên parvekirin. Ev rewş û rewşên mîna vê ku di raporên Dîwana Çavdêriya Darayî de eşkere ne; nîşan dide ku qeyûm ji hêla teknîk, îdarî û darayî ve nikare şaredariyê birêve bibe. Ji bo tespîtkirina ziyana cemaweriyê ya qeyûm li Tirkiyeyê rê li ber vekiriye û pêşkeşkirina pêşniyarên ji bo kêmkirina bêusûlî û nelirêtiyan em pêşniyar dikin ku komîsyoneke lêkolînê were avakirin.”