Parlamenterê HDP’ê yê berê Aksoy hate girtin 2023-11-24 12:42:49   STENBOL - Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê yê berê Halîl Aksoy ku cezayê wî yê hefsê teqez bû, hate girtin û şandin Girtîgeha Metrîsê.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Agiriyê yê berê Halîl Aksoy (77) duh di saetên serê sibehê de hate binçavkirin û girtin.    Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tuncer Bakirhan, têkildarî girtina Aksoy li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir.    Bakirhan, di parvekirina xwe de wiha got: “Parlamenterê me yê serdema berê yê Agiriyê Halîl Aksoy, bi sedema cezayê girtinê yê teqez hate girtin û şandin Girtîgeha Metrîsê. Yên ku çete û kujeran bi lîstina hiqûqê diparêzin, bi hiqûqa dijminatiyê nêzî siyasetmedar û muxalîfan dibin. Em soz didin ku dê vê pergala rizî û bêedalet biguherînin. Aksoy 77 salî ye û pirsgirêkên wî yên giran ên tenduristiyê hene. Divê cezayê wî tavilê bê taloqkirin û bê berdan.”    Hat zanîn ku di doza bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” de 8 sal û 9 meh cezayê hefsê li Aksoy hatibûn birîn û piştî teqezbûna vî cezayî hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê.