Ji ber “poşmantî” qebûl nekir, berdana wî 6 mehan taloq kirin 2023-11-24 09:07:09   AMED - Berdana girtî Mûstafa Fîlîtoglû yê cezayê lê hatiye birîn xelas bûye, bi hinceta kû “di rewşeke baş de nîn e” 6 mehan hate taloqkirin.    Mûstafa Fîlîtoglû yê dema pola 2’yemîn a Fakûlteya Îlahiyata Zanîngeha Eskîşehîrê dixwend, bi hincetên “endamtiya rêxistinê” û “kes, ji azadiya xwe bêpar hiştinê” hat girtin û 12 sal 8 meh ceza lê hate birîn. Fîlîtoglû yê di Girtîgeha Tîpa H ya Eskîşehîrê de tê ragirtin, tevî ku cezayê lê hatiye birîn xelas bûye jî bi hinceta ku “di rewşeke baş de nîne” berdana wî 6 mehan hat taloqkirin.    ‘HEKE HIQÛQ HEBE DIVE WEKHEV BE’   Bavê Fîlîtoglû, Mehmet Fîlîtoglû anî ziman ku roja kurê wî derxistin pêşberî Lijneya Îdare û Çavdêriyê wî “poşmantiya” lê hatiye ferzkirin qebûl nekiriye. Fîlîtoglû bertek nîşanî taloqkirina berdana kurê xwe ya 6 mehan da û wiha axivî: “Yên ku hişbirê difiroşin, çete, kujer, tecawizkaran berdidin. Herî dawî Ogun Samast ê Hirant Dînk qetil kiribû jî berdan. Heke dê behsa hiqûqekê were kirin, divê ev hiqûq ji bo herkesekê wekhev be. Lêbelê li gorî qanûnên xwe jî tevnagerin. Yên ku nêzîkî xwe berdidin, lê belê dema ku mijar dibe kurd, bi hincetên pûç û vala wan bernadin. Hiqûqa wiha nabe.”   ‘SÎXURTÎ QEBÛL NEKIR EW BERNEDAN’   Fîlîtoglû bi bîr xist ku dema polîsan kurê wî binçav kirin, poşmantiyê lê ferz kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wê demê du polîsan gefa, 'Eger tu alîkariya me bikî, ji bo jiyana ku tu dixwazî em ê bibin alîkar lê eger nebî alîkar dê 30 sal ceza bistînî û dê jiyana te ya xwendinê xelas bibe' li kurê min xwarin. Jixwe kurê min ji ber têklîfa wan qebûl nekir ceza girt.” Fîlîtoglû da zanîn ku wî di 9 salan de tenê 9 caran kurê xwe dîtiye û got: “Ez 65 salî me û kezeba min guherandin. Dayika wî pîr e û ji ber êşa pişta xwe nikare rêwîtiyê bike. Tenê daxwaza min ew e ku li gorî qanûnên xwe tevbigerin.”