Ji wezîr bersiva der barê êrişên 'kiryar diyar' de: Tê lêpirsînkirin! 2023-11-24 09:03:34   AMED - Wezareta Karên Navxweyî ku pêşniyaznameyeke der barê texrîbkirina goristaneke li Şirnexê ku ji aliyê leşkeran ve hatibû kirin bersivand, derpêş kir ku der barê personelê ku li dijî mewzûatê tevgeriyaye de lêpirsîn hatiye destpêkirin.    Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Şirnexê Newroz Ûysal Aslan di 13'ê cotmehê de têkildarî êrişên li goristan û cenazeyan pêşniyaznameyek berpêşî meclisê kir. Pêşniyazname bi daxwaza ku Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya bibersivîne hat berpêşkirin. Di pêşniyaznameyê de behsa texrîbkirina goristaneke li gundê Xirbê bestê yê Şirnexê de hat kirin ku li vê goristanê cenazeyên PKK'yiyên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane hene.    PIRS   Di pêşniyaznameyê de ev pirs ji wezîr Yerlîkaya hatin pirsîn: "Êrişa li goristanê ya li herêma Besta ya Şirnexê bi destê kê pêk hat? Êrişên li goristanan ên li herêma Besta ya Şirnexê û bajarên din di rojeva Diyanetê de ne? Dê ji bo cenazeyên ku bi awayekî kêfî ji goran tên derxistin û li goristanên bêkesan tên definkirin hewldanek hebe? Ji bo pêşîgirtina li sûcên li dijî rûmeta mirovaiyê û hiqûqê yên li goristanan û miriyan hewldaneke we hebe yan na?"   BERSIVA WEZARETÊ   Wezaretê di bersiva xwe de diyar kir ku "ew li dijî terorê têdikoşin" û got: "Têkildarî îdiayên di pêşniyaznameyê de, ji bo îxbar û giliyên der barê hêzên dewletê de bi baldarî lêkolîn tên kirin û der barê personelan de yên li dijî hukmên mewzûatê tevdigerin lêpirsînên edlî û îdarî tên kirin."    PIRSÊN SEREKE NEHATIN BERSIVANDIN   Newroz Ûysal Aslan a HEDEP'î bersiva wezaretê nirxand. Aslanê anî ziman ku di lêpirsînên heya niha de tu pêşketin rû nedane û got ku pirsa heya niha êrişî çend goristanan hatiye kirine nehatiye bersivandin û got ku bi van êrişan re armanc hedefgirtina bîra civakî ye.   Aslan ku êriş wekî "tezahura aqilê siyaseta dewletê" pênase kir, Ekîn Wan a bedena wê hat teşhîrkirin bibîr xist. Aslan, ragihand ku di demên dawî de çendî testên DNA'yê li hev dertên jî cenaze radestî malbatan nayên kirin û nayê hiştin ku ji xeynî ferdên malbatê kes tev li merasîmên cenazeyan bibin.    Ûysal bilêv kir ku divê her kes li dijî êrişên li ser goristan û cenazeyan rabe.   MA / Mujdat Can