Cezayê hefsê li rojnamegerê nûçeya îdiayên bertîlê çêkirî hate birîn! 2023-11-23 16:57:00   SEMSÛR - Rojnameger Haci Bogatekîn têkildarî îdiayên ku dadger B.M. li Aldûşê bi rêya bertîlê gelek pere standiye nûçe çêkiribû. Ji ber nûçeyê, salek û 6 meh cezayê hefsê li Bogatekîn hate birîn.    Dihat îdiakirin ku dadgerê bi navê B.M. ê li navçeya Aldûş a Semsûrê peywirdar, mixdareke mezin bertîl wergirtiye. Midûrê Nûçe û Îstîxbaratê yê Rojnameya Gerger Firatê Ozgur Bogatekîn û nivîskarê rojnameyê Haci Bogatekîn jî têkildarî îdiayên bertîlê nûçe çêkirin. Ji ber nûçeyan, derheqê her du rojnamegeran de doz hatibû vekirin. 8’emîn danişîna dozê li Dadgeha Cezayên Giştî ya Gergerê hat lidarxistin. Ozgur û Haci Bogatekîn û parêzerên wan di danişînê de amade bûn.    DOZGER XWEST BERAET BIKIN   Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî dozger mutalaaya xwe eşkere kir û xwest rojnameger beraet bikin.    Piştî mutalaayê jî parêzerê Haci Bogatekîn, Huseyîn Bogatekîn parastin kir û bal kişand ser azadiya çapemeniyê. Parêzer Bogatekîn got ku nûçe ji bo başiya cemaweriyê hatiye çêkirin û xwest ji bo miwekîlê wî biryara beraetê were dayîn. Parêzera Ozgur Bogatekîn, Merve Kurhan jî diyar kir ku hêmayên sûc çênebûne û xwest miwekîlê wê beraet bike.    Rojnamegeran jî parastinên xwe yên berê dubare kirin û xwestin bên beraetkirin.    Dadgehê piştî navberê biryara xwe da. Dadgehê bi îdiaya “îftîrayê” salek û 6 meh cezayê hefsê da Haci Bogatekîn. Dadgehê ceza taloq nekir û ji bo Ozgur Bogatekîn jî biryara beraetê da.