Îzmîr dê ji bo ‘edaletê’ bimeşe! 2023-11-23 15:00:28     ÎZMÎR - Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê ji bo meşa ku dê di 25’ê mijdarê de li dijî bê edaletiyên li welat li dar bixin banga tevlibûnê kirin.    Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê 2’yemîn Nobeta xwe ya Edaletê ku têkildarî biryarên darazê yên demên dawî de daye destpêkirin li ber Edliyeya Îzmîrê pêk anî. Di daxuyaniya pankarta “Ji bo herkesê edalet, ji bo edaletê demokrasî” hate vekirin de dirûşmeyên “Heq hiqûq edalet” , “Li dijî faşîzmê mil bi mil” , “Ne ji çeteyan re ji perwerdehiyê re budçe” û “Em di bacê de edaletê dixwazin” hatin berzkirin.    JI BO MEŞÊ BANG KIRIN    Nunerê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ê Herêma Egeyê Memîş Sari diyar kir ku di pergala xerabeyî de çerxekî saxlem wê nebe û wiha got: “Bê edaletî li her derê ye. Heke em behsa edaletê bikin, divê behsa girtiyên Geziyê û Selahattîn Demîrtaş bikin. Gelek girîng e ku di nava bêedaletiyê de kesên daxwaza edaletê dikin li rex hev bisekinin. Em ê saet di 13.30’an de li ber Sumerbankê kom bibin û ji bo edalet û azadî û mafên bingehîn ber bi Qada Komarê ve bimeşin. Em li benda gelê Îzmîrê ne ku tev li meşê bibin.”   MÛÇEYA KÊMTIRÎN Û BUDÇE   Berdevkê Demê yê Platforma Şaxên KESK’ê yên Îzmîrê Mûstafa Guven, anî ziman ku di pêvajoya pêş de wê bibe pêvajoyeke ku budçeya gel û mûçeya kêmtirîn bên diyarkirin û da zanîn ku pêşniyara zemê ya ji bo kedkarên cemaweriyê hatiye diyarkirin di bin enflasyonê maye.    ‘JI BO PERWERDEHÎ Û TENDURISTIYÊ EDALET’    Serokê Odeya Bijîşkan a Îzmîrê Suleyman Kaynak jî wiha got: “Ji bo ku welat di nava hiqûq û edaletê de bijî em bi hev re ne. Em ê di tenduristiyê û perwerdehiyê de li edaletê bigerin. Sînorê birçîtiyê bû 14 hezar yê xizaniyê jî nêzî 45 hezaran bû. Hemû xebatkar di bin sînorê xizaniyê de ne. Di tenduristiyê de jî heman rewş heye. Nexweşxaneyên mezin hatin vekirin lê nava wan nehate dagirtin. Bi ser 3 hezaran pêdiviya bijîşkan li Nexweşxaneya Bajêr a Bayrakliyê heye lê tu kes nehate tayînkirin. Nexweşxaneyên din hatin bêbandorkirin û bijîşk ji wir re hatin şandin.”   BINPÊKIRINÊN MAFAN    Yek ji rêveberê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê Alî Aydin jî anî ziman ku edalet tenê di pirtûkan de û li pişt dadgeran dinivîse. Aydin, bal kişand ku li Tirkiyeyê mafekî ku nehatiye binpêkirin nemaye û wiha got: “Hemû xalên Danezanan Gerdûnî ya Mafên Mirovan hatine binpêkirin. Yek ji mînake herî nêz jî Dayikên Şemiyê ne. Desthilata siyasî bi destê darazê mirovan di birçîbûnê de dike yek. Em li dijî vê têdikoşin.”