Doza Tûglûkê bi hinceta ‘sûcdarî dubare ye’ hate redkirin 2023-11-23 11:30:20   AMED - Di danişîna doza siyasetmedar Aysel Tûglûk a bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin de bi hinceta “sûcdarî dubare ye” biryara redkirina dozê hate dayîn.    Cezayê hefsê yê 10 salan ku li siyasetmedar Aysel Tûglûkê hatibû birîn ji ber nexweşiya demansê hatibû taloqkirin. Danişîna doza derbarê Tûglûk de bi îdiaya endamtiya rêxistinê hatiye vekirin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin. Tûglûk ji ber nexweşiya xwe tev li danişînê nebû. Parêzerê wê Serdar Çelebî di danişînê de amade bû.    DOZ HATE REDKIRIN      Parêzer Çelebî, bi bîr xist ku cezayê muwekîla wî ji ber nexweşiya demansê hatiye taloqkirin. Çelebî, xwest ku îfade ji Tûglûkê neyê wergirtin û ji ber nexweşiyê darizandina muwekîla wî were rawestandin. Dozger, xwest ku daxwazên parêzer Çelebî neyên qebûlkirin û darizandin bidome.    Dadgeha ku daxwaza rawestandina darizandinê û newergirtina îfadeyê qebûl nekir, biryar da ku sucdariyên di doza Tûglûkê ku ji dosyaya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de 10 sal cezayê hefsê lê hate birîn û dosyaya heyî heman in. Dadgehê bi vê hincetê biryara redkirina dozê da.