Li Enqereyê ji heman malbatê 2 jê zarok 5 kes hatin qetilkirin 2023-11-23 10:18:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Kesê bi navê T.U. li Enqereyê ji malbata ku li qata ser wî re rûdinişt 2 jê zarok bi giştî 5 kes qetil kir.    Kesê bi navê T.U. li Enqereyê êrişî malbata li qat ser wî re rûdinişt kir û 2 jê zarok bi giştî 5 kes qetil kir. Li gorî îdiayê; li avahiya li Kolana Papatya ya Taxa Mûstafa Kemal a navçeya Sîncanê di navbera cîranan de nîqaş derket. Hat zanîn ku kesê bi navê T.U. bi hinceta “qerebalixê dikin”, bi çekê êrişî endamên malbatê B.T. (71), H.T. (41), S.T. (40), M.T. (13) û C.T. (11) kir.    Piştre li cihê bûyerê polîs û komên tenduristiyê hatin sewqkirin. Hat zanîn ku  B.T, H.T, M.T. û C.T. li cihê bûyerê û S.T. jî li nexweşxneyê jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê êrişkar T.U. hate binçavkirin.